Meclîsa Jin a PYD'ê hate avakirin

Di Yekemîn Kongreya Rêxistina Jinan a PYD’ê de 28 endamên meclîsê hatin hilbijartin.

Meclîsa Jin a PYD'ê hate avakirin
Meclîsa Jin a PYD'ê hate avakirin
Meclîsa Jin a PYD'ê hate avakirin
Meclîsa Jin a PYD'ê hate avakirin
22 tîrmeh, 2018   15:37

QAMIŞLO

Yekemîn Kongreya Rêxistina Jinan a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) bi dirûşma "Jinên azad misogeriya avakirina civaka exlaqî û polîtîk e " li navenda Aram Tîgran a Çand û Hunerê ya bajarokê Rimêlanê tê lidarxistin.

Di kongreyê de, jin rêxistina PYD‘ê yên hersê kantonên Rojava û şandeyên Bakurê Sûriyeyê beşdar bûn. Her wiha şandeya jinan a rêxistina PYD'ê ya Ewropayê beşdarî kongrê bû.

Di kongrê de biryara avakirina meclîsa jinên PYD‘ê hate girtin.

Li ser vê yekê dengdan pêk hat, di encamê de 28 endam wekî nûnerên herêmên û kantonên Rojava, Heleb û Ewropa hatin hilbijartin.

(şx)

ANHA