Partiya Sûriyeya Pêşerojê bi şêniyên Til Hemîsê re civiya

Partiya Sûriyeya Pêşreojê: Armanca me vegerandina pira baweriyê di navbera pêkhateyan Sûriyê de

Partiya Sûriyeya Pêşerojê bi şêniyên Til Hemîsê re civiya
22 tîrmeh, 2018   14:51

QAMIŞLO

Bi armanca danasîna partiyê û armancên wê, Partiya Sûriyeya Pêşerojê li navenda Çand û Hunerê ya navçeya Til Hemîsê ya Kantona Qamişlo  civînek li dar xist.

Bi sedan şênî, endamên meclisên navçeyê û bajarok, endamên Buroya Rêxistînî ya Partiya Sûriyeya Pêşerojê Miwefeq El-Ehmed, Malik El-Esmer, Esmehan Ibrahîn û Endamê Buroya Ciwanan a partiyê Mihemed Dexîl beşdarî civînê bûn.

Di destpêka civînê de Miwefeq El-Ehmed rêziknameya Partiya Sûriyeya Pêşerojê xwend û diyar kir ku ji bo vegerandina tevna niştîmanî di navbera civaka Sûriyayê de, hewcedarî bi avakirina Partiyek siyasî hebû.

El-Ehmed da xuya kirin ku Sûriyê, ji ber şerê berjewandiyan û mudexeleyên dewletên derve aloziyek rasteqînî jiyan dike ku bû sedema parçekirina tevna civaka Sûriyê û wiha domand, " Çareserkirina aloziya Sûriyê û vegerandina pira baweriyê di navbera pêkhateyan de, armancên Partiya Sûriyeya Pêşerojê, alozî bi awayî aştiyane ne leşkerî were çareserkirin."

Ehmed anî ziman ku, "Yê dibêje ku alozî bi tunekirina DAIŞ‘ê bi dawî dibe, şaş e, lê alozî ne bi DAIŞ‘ê re destpê kir û ne jî bi dawîbûna wê bi dawî dibe. Ji ber ku şerê li Sûriyê rû dide, şerê îdeolojî ye di navbera borjewazî û demokrasiyê de ye."

Endama Partiya Sûriya Pêşerojê Esmehan Ibrahîm li ser avakirina partiyê axivî û got," Me dîrok û koka Sûriyê nirxand û li ser wê me partî bi tevlîbûna hemû pêkhateyên Sûriyayê ava kir."

Derbarê nêrîna partiyê ya li ser jinê, Esmehan diyar kir ku pirsgirêka jin yek ji pirsgirêkên Sûriyê ye , jin bingeha avakirina civakeke azad û demokratîk e.

Civîn bi bersivdayîna pirsên beşdaran bi dawî bû.

Partiya Sûriyeya Pêşerojê di 27 'ê Adara îsalê de bajarê Reqayê di Kongrayekê de hate damezirandin.

(şx)

ANHA