Li herêma Firatê nakokiyan di navbera êlan de çareser bû

Komîteya Lihevhatinê ya herêma Firatê nakokiya nêzî 3 salan a di navbera du êlan (Kurd û Ereb) de derketiye, çareser kirin.

22 tîrmeh, 2018   13:41

KOBANÊ

Komîteya Lihevhatinê ya herêma Firatê nakokiya di navbera êla Şêxan a Kurd ku ji gundê Bîremerê ne  û êlên Benî Seîd, Benê Esîd, Bosibê  de ên Ereb ji gundewarên Sirînê ne çareser kir.

Nakokî ji beriya 3 salan derketiye, de dema ku li kampên Tirkiyê de bi hev ketin û di encamê de yek ji êla Şêxan jiyana xwe ji dest dide. Paşê jî êla Şêxan li gundên Minbicê heyfa hilanîn û du kes ji êlên Ereb direvînin û wan dikujin.

Komîteya Lihevhatinê ya herêma Firatê, Rêveberiya Xweser a kantona Kobanê , nûnerên û rûsipyên êlan  ev sê meh in di vê nakokiyê de dixebitin. Piştî xebatê îro li mala Şêx Mihemed Casim a li navçeya Sirînê ye herdu êl li hev anîn.

Di merasîma lihevhatinê de Hevserokê Meclisa Kantona Kobanê Mistefa Êto, Hevserokê Meclisa navçeya Sirînê Mihemed Selûm,  Hevserokê Desteya Parastinê Ismet Şêx Hesen, endamê Komîteya Lihevhatinê ya Sirînê Îsa Şaş, endamê Komîteya Lihevhatina Zeîm Kurdo û bi dehan nûner û rûspiyên êlan amedebûn.

Merasîm lihevhatinê bi deqeyekê rêzgirtinê dest pê kir, paşê axaftin ji aliyê Hevserokê Meclisa Navçeya Sirînê Mihemed Selûm, endamê Komîteya Lihevhatina Zeîm Kurdo, endamê Komîteya Lihevhatinê ya Sirînê Îsa Şaş û Nûnerê êla Bin Seîd Ebd Ebdullah ve hatin kirin.

Kesên axivîne bal kişand ser biratiya gelan, hevgirtina ciwanên Kurd û Ereb li eniyên şer li dijî êrîşan. Hate gotin ku divê di nava pêkhatiyên Kurd û Ereb de ev pirsgirêkên vî rengî riya wan asteng nekin û pirsgirêkên wiha di vê rewşa ku Kurd û Ereb weke bira li rex hev bisekinin dernekevin holê.

Di dawiyê de herdu ên li hev hatin û dest dane hev.

(şm-sn)

ANHA