Li Hesekê Partiya Sûriyeyê ya Pêşerojê civînek li dar xist

Partiya Sûriyeyê ya Pêşerojê bi armanca nirxandina armancên partiya xwe û helwestên wan li hemberî aloziya Sûriyeyê ji rewşenbîrên kantona Hesekê re civînek li dar xist.

Li Hesekê Partiya Sûriyeyê ya Pêşerojê civînek li dar xist
Li Hesekê Partiya Sûriyeyê ya Pêşerojê civînek li dar xist
Li Hesekê Partiya Sûriyeyê ya Pêşerojê civînek li dar xist
Li Hesekê Partiya Sûriyeyê ya Pêşerojê civînek li dar xist
Li Hesekê Partiya Sûriyeyê ya Pêşerojê civînek li dar xist
Li Hesekê Partiya Sûriyeyê ya Pêşerojê civînek li dar xist
22 tîrmeh, 2018   12:56

HESEKÊ

Partiya Sûriyeyê ya Pêşerojê îro civînek ji rewşenbîrên kantona Hesekê re li dar xist. Di civînê de partiya xwe dan nasandin. Her wiha serokê partiyê nirxandin li ser rewşa dawîn li herêmê kir. Civîn li Salona Erd El-Ehlam a bajarê Hesekê hate lidarixstin. Bi dehan rewşenbîrên kantonê beşdarî civînê bûn.

Civînê bi rêzgirtinê dest pê kir. Paşê serokê partiyê Îbrahîm El-Qeftan axivî û partiya xwe da nasandin. El-Qeftan destnîşan kir ku armanca partiya wan avakirina Sûriyeyeke pirreng e û hemû pêkhateyan di nava xwe de bigire, ji pîvana hevpeyvîna di navbera partî û rêxistinan de bikarin aloziya Sûriyeyê ku ev 7 sal e dewam dike, çareser bikin.

Qeftan tekez kir ku aloziya Sûrî -Sûrî bi rêya şêwir û parastina yekitiya xaka Sûriyeyê dê were çareserkirin. Her wiha Qeftan destnîşan kir ku destwerdana derve aloziya Sûriyeyê kûrtir dike.

Di dawiya civînê de nîqaş li ser avakirina nifşekî nû û avakirina Sûriyeyeke pirreng û nenavendî nîqaş hatin kirin.

(bx/ew)

ANHA