Rêyên navçeya Eyn Îsa hatin sererastkirin

Şaredariya Gel a Eyn Îsa kar û xebatên sererastkirina rêyên navçeyê bi dawî kirin. Şaredariyê 3 hezar û 555 m rê qîr kir.

Rêyên navçeya Eyn Îsa hatin sererastkirin
Rêyên navçeya Eyn Îsa hatin sererastkirin
Rêyên navçeya Eyn Îsa hatin sererastkirin
Rêyên navçeya Eyn Îsa hatin sererastkirin
22 tîrmeh, 2018   07:21

GIRÊ SPÎ

Şaredariya Gel a navçeya Eyn Îsa ya girêdayî kantona Girê Spî ji ber ku hemû rêyên navçeyê û deriyên têketin û derketina wê ji ber şerê çeteyên DAIŞ`ê xirab bûbûn, ev zêdetirî mehekê ye ku dest bi sererastkirinê kir.

Şaredariyê bi buhayê 40 milyon lîrayên Sûriyeyê, 3 hezar û 555 m rê qîr kir.

Ji rêveberên Komîteya Fenî ya Eyn Îsa Osman Bozan da zanîn ku piştî plansaziyeke berfireh, wan rêyên Eyn Îsa sererast kirin. Bozan bi bîr xist ku kesên herî zêde ji xerabûna rê aciz bûn, ajokar bûn, bi qîrkirina rêyan re êdî çûn û hatin gelekî baş bûye û taybet ajokar di vî alî de kêfxweş in.

Bozan da zanîn ku ji ber kêm derfetiyan, wan xebatên sererastkirina rêyên gundên girêdayî navçeya Eyn Îsa taloqî dema pêş kir.

(bx/kc)

ANHA