TEV-DEM şehîdên komkujiya Pirsûsê bi bîr anî

Desteya Rêveber a TEV-DEM‘ê şehîdên komkujiya Pirsûsê ya 20‘ê Tîrmeha 2015‘an de bi bîr anî û got ku bi giyanên şehîdên Pirsûsê Kobanê bi serket.

TEV-DEM şehîdên komkujiya Pirsûsê bi bîr anî
20 tîrmeh, 2018   14:04

NAVNEDA NÛÇEYAN

20‘ê Tîrmeha 2015‘an, komeke ciwanên sosyalîst bi armanca ku piştgiriyê bidin pêngava jinûve avakirina Kobanê li bajarê Pirsûsê daxuyaniyeke çapemeniyê da, di kêliya daxuyaniyê de li dijî wan êrîş hate kirin, di encamê de 33 ciwan şehîd bûn û zêdeyî 100 jî birîndar bûn.

Desteya Rêveber a Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) bi daxuyaniyeke nivîskî şehîdên komkujiyê bi bîr anî. Di daxuyaniyê de hate gotin ku "Şehîdên Pirsûsê li Rojava mişleya azadiyê ne"

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin;

"Êrîşa dijwar a ku li dijî Kobanê hat kirin êrîşeke ne heqî bû, armanc jê ew bû ku şoreşa 19‘ê Tîrmehê ku ji Kobanê destpê kir têk biçe û projeya demokratîk bi ser nekeve.

Li hemberî êrîşan berxwedana ku li Kobanê hate kirin bandoreke mezin li mejî û wijdanê mirovahiyê kir. Ji lewra têkoşên entrnasyonal cihê xwe di berxwedanê de girtin, her wiha cîhan tevde li hemberî êrîşên terorîstan ên li ser warê şoreşa demokratîk daketin qadan.

Hişmendiya terorist û hêzên ku destekê dide wan ji vê yekê nerazî bûn, li ser wê jî dewleta Tirk sînor ji DAIŞ‘ê re vekirin û ji bo rûxandina Kobanê bi hemû rêbazan destek da. Lê azadxwazan beriya şer û piştî serkeftinê yek carî ji pêkanîna erka xwe lewaz neman.

Ji êrîşên ku kombûn û xwepêşandanên piştgiriya berxwedana Kobanê hedef girtin, êrîşa hovana ya li bajarê Pirsûs ya li Bakurê Kurdistanê li beramberî Kobanê bû. 20‘ê Tîrmeha 2015‘an de nêzî 300 endamên Yekîtiya Ciwanên Sosyalîst û dostê wan ji bo piştgiriya xebatên ji nû ve avakirina Kobanê, li bajarê Pirsûsê daxuyanî da. Di kêliyên daxuyaniyê de êrîşeke hovane li hemberî wan hate kirin. Di encamê de zêdeyî 33 ciwan şehîd bûn û zêdeyî 100 jî birîndar bûn.

Êrîşa ku pêk hat asta dijminahiya wa ji azadî û demokrasiyê re diyar dike, êrîşek li dijî hemû azadxwaz û xwedî wijanda bû, êrîşek li hember şoreşa gelê me û rêbazên çareseriya demokratîk bû. Êrîşî yekîtî û hevgirtina gel hedef girt, her wiha êrîş li dijî îradeya ku hebûna çanda terorê di civakê de qebûl nake bû.

Wekî Desteya Rêveber a TEV-DEM‘ê em şehîdên komkujiya Pirsûsê û hemû şehîdên berxwedana Kobanê yên ku ji bo tunekirina fikirê tengê şehîd bûne bi bîr tînin û soza şopandina xeta wan a xizmeta gelan û şikandina zulmê didin. Her wiha em hemû kesên ku piştgirî dane berxwedana Kobanê bi bîr tînin û helwesta wan silav dikin. Şehîdên Pirsûsê mişleya Rojava e, bi giyanên wan gelê me li Kobanê bi serket û li Efrînê jî li ber xwe dide ta rizgarkirinê. Heman dijmin e lê bi gincên cuda êrîşî me dike.

Berxwedan soza me ye, em tu car tenazul nakin, em ê bi hemû hêza xwe li ber xwe bidin ta pêkanîna azadiya gelê Kurd û hemû gelên bindest. Em ê li hemberî pilanên dijber bi serkeftin û çareseriya demokratîk pêk bînin, li ser vê yekê dê armancên hemû şehîdan di nav de şehîdên Pirsûsê yên sivîl bi cih were.

ANHA