‘Gelên herêmê hêza xwe ji berxwedana zindanan girt’

Şêniyên navçeya Tirbespiyê û gundewarên wê sersaxî ji malbata şehîd Çekjîn Tirbespiyê re xwest ku di Berxwedana Serdemê de şehîd bûbû û da zanîn ku wan hêza xwe ji berxwedana zindanan girtiye.

‘Gelên herêmê hêza xwe ji berxwedana zindanan girt’
‘Gelên herêmê hêza xwe ji berxwedana zindanan girt’
‘Gelên herêmê hêza xwe ji berxwedana zindanan girt’
‘Gelên herêmê hêza xwe ji berxwedana zindanan girt’
‘Gelên herêmê hêza xwe ji berxwedana zindanan girt’
‘Gelên herêmê hêza xwe ji berxwedana zindanan girt’
20 tîrmeh, 2018   12:42

QAMIŞLO

Bi dehan welatiyên navçeya Tirbespiyê û hêzên Asayişê jî di nav de, sersaxî ji malbata şervanê YPG`ê Çekjîn Tirbespiyê (Diyar Mihemed) re xwest ku di 4`ê Adarê de li hemberî êrîşên dewleta tirk a dagirker li Efrînê şehîd ketibû.

Şêniyên navçeya Tirbespiyê ji demên sibehê ve berê xwe da konê sersaxiyê û hetanî demên nîvro berdewam kir. Di merasîma sersaxiyê de rêveberê Meclisa Malbatên Şehîdan Celal Hisên, rêvebera Kongreya Star Xaliya Eyûb, fermandarê Hêzên Asayişê Hemze Hisên û endamê Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Nûredîn Şakir axivîn. 

Di axaftinan de sersaxî ji malbata şehîd Çekjîn û hemû malbatên şehîdan re hat xwestin, dan zanîn ku gelên herêmê hêza xwe ji berxwedana zindanan a 14`ê Tîrmeha 1982`yan girtiye û bi vê hêzê li hemberî dagirkeran sekinîne û berxwedana zindanan li dijî deshilatdarıyê bûye ku dewleta tirk a dagirker ferz kiribû, lê mînakên Hakî Karer bûn sembola azadiyê.

Di berdewama gotinan de hate diyarkirin ku gelên herêmê îro û li bin konê sersaxiya şehîd Çekjîn ku desthilatdarî neperjirand û li ser rêya rêhevalên xwe Hakî Karer, Keder, Rêwan û Dara yên ku berî wî gihaştin asta şehadetê, berxwedana xwe derxistin û destkeftiyên şoreşê parastin. 

Di dawiyê de sersaxî ji malbata şehîd Çekjîn re hat xwestin û her wiha axêveran da zanîn ku şehadet her tiştê buha dixwaze û ew li hemberî têkoşîna zarokên xwe nasekinin.

(ekîb)

ANHA