Şehîdên Pirsûsê hatin bibîranîn

Ji bo şehîdên Pirsûsê li Navenda Çanda Amara ya Pirsûsê bernameyeke bîranînê hate çêkirin.

Şehîdên Pirsûsê hatin bibîranîn
20 tîrmeh, 2018   11:37

NAVENDA NÛÇEYAN

Di salvegera Komkujiya Pirsûsê de bi tevlêbûna Parlamenterê HDP’ê yê Rihayê Omer Ocalan, Parlamenterê Izmîrê Murat Çepnî, Dayikên Aştiyê û rêveberiyên HDP-DBP’ê yên bajêr û navçeyan, Rêxistina Bajêr a Amedê li Navenda Çandê, Velî Saçilik ya Amara bernameya bîranînê hate çêkirin. Girseya ku kulîlk li dest wan bû li ber bariyên ku li ber navendê hatibûn danîn, hatin sekinandin. Ên ku hatin Navenda Çandê bi deqeyek rêzgirtinê dest bi bernameyê kirin.

Beriya bernameyê bi noqteyên kontrolê yên lêgerînê hate xwestin ku bername bi rengekî kêfî were astengkirin.

Parlamenterê Rihayê yê HDP’ê Omer Ocalan got, ‘’Li vir, 33 ciwan, rewşenbîr, xwendekarên vî welatî hatin kuştin. Mixabin li vê cografyayê qîmetê jiyanê nemaye. Lê em ê bi gelên xwe re têkoşîna xwe bidomînin. Divê her kes bi rengekî vekirî zanibe ku li vê cografyayê dawî li rêxistina çêkirî ya DAÎŞ’ê tê. Hêviya me û têkoşîna me ew e ku careke dî komkujiyên wiha nebin.’’

Li ser navê Koordînasyona Navenda OGK’ê Hêlîn Yilmaz jî got, ‘’Xewneke wan hebû û em ê bidin pey wê xewnê heta bi serfiraziyê. Ya ku ev ciwan li vê baxçeyê anîn gel hev, baweriya wan a bi şoreşê û hevgirtina wan a ji bo gelê Kobanê bû. Her yek ji wan 33’an wek ku li vî baxçeyî, bi me re, bi heman hêviyan dibeşişin. Em ê têkoşîna hevrêyên xwe bidomînin.’’

Girse piştî bernameyê çûne goristana Pirsûsê.