Kongreya Star li navçeya Tirbespiyê rêveberiya xwe ya nû hilbijart

Ji bo xwe amadekirina ji kongreya duyemîn re, Kongreya Star li navçeya Tirbespiyê bi civînekê li Akademiya Şehîd Yekta Herekol rêveberiya xwe hilbijart. 

Kongreya Star li navçeya Tirbespiyê rêveberiya xwe ya nû hilbijart
Kongreya Star li navçeya Tirbespiyê rêveberiya xwe ya nû hilbijart
Kongreya Star li navçeya Tirbespiyê rêveberiya xwe ya nû hilbijart
Kongreya Star li navçeya Tirbespiyê rêveberiya xwe ya nû hilbijart
20 tîrmeh, 2018   11:40

QAMIŞLO

Bi beşdarbûna rêveberên Kongreya Star ên herêma Cizîrê, Kongreya Star civînek ji jinên navçeya Tirbespiyê ya herêma Cizîrê-Bakurê Sûriyeyê re li dar xist. Di civînê de rêvebera Kongreya Star Sena Xelîl li ser dîrok û damezirandina Kongreya Star axivî û armancên kongreyê şîrove kirin.   

Sena Xelîl da zanîn ku  armanca wan a sereke rizgarkirina jinan e ji qeyd û kelepçeyan.

Piştre deriyê hilbijartinê li ber beşdaran hate vekirin da ku rêveberên Kongreya Star li navçeya Tirbespiyê werin hilbijartin, li ser vê bingehê jî 10 endam wek endamên komîteyan û 3 rêveberên ku nûnertiya kongreyê dikin, li navçeyê hatin hilbijartin. 

(ekib)

ANHA