′Jinên Bakurê Sûriyeyê dê ji jinên Rojhilata Navîn re bibin mînak′

Hevseroka Meclisa Damezirîner a Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê Hediya Yûsif li ser rêbaz û rêxistina jinên Bakurê Sûriyeyê axivî û tekez kir ku pêşketinên ku bi dest xistine, ne tenê milkê wan in, lê belê rêya ku jin di Rojhilata Navîn û avakirina civakê de bibin mînak, diyar dike. 

′Jinên Bakurê Sûriyeyê dê ji jinên Rojhilata Navîn re bibin mînak′
20 tîrmeh, 2018   10:16

SOLÎN REŞÎD – FÎDAN ABDULLAH / ŞEHBA

Çalakiyên Duyemîn Konferansa Yekitiya Jina Azad bi dirûşma "Azadiya jinan mîsogeriya azadiya civaka demokratîk e" bi axaftinan, didome. Piştî rêzgirtinê hevseroka Meclisa Damezirîner a Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê Hediya Yûsif axivî.

Hediya di axaftina xwe de destnîşan kir ku ji berê rêjîma Sûriyeyê û niha jî kesên ku bi navê şoreşa Sûriyeyê bang dikin, tu carî mafên jinan û rola wan a sereke di avakirina civakê de nedanê û ew kesên ku banga azadî û sosyalîstiyê dikin, jin di nav wan de paşguh kirine û ev yek jî tekez dike ku ew ji fikrên jinan ên azad, rola wê di pêşxistina civakê de ditirsin.

Hediya di berdewama axaftina xwe de li ser lidarxistina konferansa jinan li Şehbayê wiha got: "Di rewşa ku li Sûriyeyê diqewime de û di nava şerê navdewletî, herêmî û hundirîn de, lidarxistina konferansê pêngaveke dîrokî ye. Ne tenê ji bo jinên Şehba û Bakurê Sûriyeyê li belê rêya rast ku jin li Sûriyeyê û Rojhilata Navîn di avakirina civaka azad û demokratîk de bibe mînak e."

Hediya tekez kir ku jinên Şehbayê xwe ji fikrên desthilatdar rizgar kir û jinên ku tev li konferansê bûne, pêwîst e rewşa xwe di aliyê siyasî û rêxistinî de bi awayekî kûr binirxînin û karibin di hevrûkirinê di navbera jiyana jinên Şehbayê û jiyana ku beriya ku rêxistinê nas bikin.

Hediya di axaftina xwe de got ku pêwîst e rêxistinkirina jinan û zanebûna wê bilind bibe û jina Bakurê Sûriyeyê di guhertina aliyê siyasî û leşkerî de bibe mînak û ber bi civaka azad û demokratîk ve biçe, ji ber ku zanebûna wan di hemû aliyên civakê de heye.

Hediya tekez kir ku asta pêşketin û berhemên ku bi îradeya jinan a têkoşer di rêya azadiyê de hatiye bidestxistin tekez e ku rastî êrîşan were, ji ber ku ew kelemê çavê hêzên li dijî azadiya jinan e, ji ber wê pêwîst e hemû jin li hember van hêzan yekitî û girêdanên xwe ava bikin.

Di dawiyê de hevseroka Meclisa Damezirîner a Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê Hediya Yûsif di dawiyê de tekez kir ku baweriya wan bi jinên birêxistinkirî û azad a ku wê pêngava hesas a ku Sûriyeyê û Bakurê Sûriyeyê tê re derbas dibe, bi rêve bibe.

Konferans bi xwendiya raporên salane didome.

(bx/ew)

ANHA