Li Minbicê teqîn, welatiyek birîndar bû

Li Minbicê mayîneke bi erebeyeke ambulansê ve teqiya, di encamê de ajokarê erebeyê birîdar bû.

Li Minbicê teqîn, welatiyek birîndar bû
18 tîrmeh, 2018   20:22

MINBIC

Nûçegihanê me ji bajarê Minbicê ragihand ku saet 22:30'an, li ser riya Cizîrê nêzî stasyona sotemeniyê ya Werd a li bajarê Minbicê mayîneke bi erebeyeke ambulansê ve teqiya, di encamê de ajokarê erebeyê birîndar bû û ziyan gihiştin erebeyê.

Welatiyan birîndar rakirin nexweşxaneyê.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn cihê teqînê dorpêçkirin û lêpirsîn dane destpêkirin.

(bb)

ANHA