Şaredariya Til Marûf jiyan ji nû ve li herêma xwe vegerand

Şaredariya Gel a bajarokê Til Marûf 28 gund ji bermahiyên şerê çeteyên DAIŞ`ê paqij kir, toreyên kanalîzasyonê, 5 bîrên ava vexwarinê ku avê dide 20 gundan sererast kirin, her wiha Buroya Jinan parkeke giştî li bajarok vekir.

Şaredariya Til Marûf jiyan ji nû ve li herêma xwe vegerand
Şaredariya Til Marûf jiyan ji nû ve li herêma xwe vegerand
Şaredariya Til Marûf jiyan ji nû ve li herêma xwe vegerand
Şaredariya Til Marûf jiyan ji nû ve li herêma xwe vegerand
Şaredariya Til Marûf jiyan ji nû ve li herêma xwe vegerand
18 tîrmeh, 2018   11:18

RÊNAS REMO – KADAR ÎBRAHÎM / QAMIŞLO

Şaredariya Gel a Til Marûf a girêdayî navçeya Tirbespiyê ya herêma Cizîrê ya Bakurê Sûriyeyê piştî hilbijartinên ku di dawiya sala 2017`an de li Rojava – Bakurê Sûriyeyê hatin lidarxistin, dest bi kar û xebatên xwe kir.

Şaredariyê bi armanca ji nû ve vegerandina jiyana asayî li gundên ku çeteyên DAIŞ`ê di salên 2013-2014’an heta destpêka 2015`an ji xwe re wek navend digirtin, dest bi gavên yekem ji bo paqijkirinê ji bermahiyên şerê çeteyên DAIŞ`ê kir, her wiha toreyên kanalîzasyonê yên bajarok û 28 gundan sererast kirin.

Şaredariyê hemû rêyên bajarok ji bermahiyên şer paqij kirin û tevî derfetên wê yên kêm şaredariyê 5 bîrên avê ku ava vexwarinê dide 20 gundan, sererast kirin.

Kar û xebatên paqijî û sererastkirina toreyên kanalîzasyonê û bîran çend mehan dewam kir û beriya hefteyekê bi temamî bi dawî kir.

Di vê çarçoveyê de hevseroka Şaredariya Til Marûf Welîda Hisên got ku wan girîngî daye aliyê xizmetguzarî. Ji ber wê dest bi paqijkirina gundên bajarok ji bermahiyên şer kirin û paşê dest bi sererastkirina toreyên kanalîzasyonê kir û ava vexwarinê ji 20 gundan re peyda kir.

Welîda diyar kir ku ew hewl didin hemû xwestekên welatiyan pêk bînin, pirsgirêkên wan çareser bikin û hemû xizmetên rojane ji wan re pêşkêş bikin.

Her wiha Buroya Jinan a şaredariyê projeya vekirina parkeke giştî li bajarok da destpêkirin. Dibe ku bidawîkirina projeyê ji ber derfetên şaredariyê yên kêm, dereng bimîne.

Welîda bang li hemû aliyên peywendîdar kir ku alîkariya wan bikin da ku projeya xwe bi dawî bikin.

(bx/ew)

ANHA