Di rojnameyên eraban de îro

Rojnameyên ereban di nivîsên xwe yên îro de bal kişand ser vekişandina alavên leşkerî yên nêzî xeta sînorê Îsraîl û Sûriyeyê ku Îsraîl rehet kiriye û aloziyên Iraq û Yekemê wekî rojevên sereke derxistin pêş.

Di rojnameyên eraban de îro
18 tîrmeh, 2018   08:46

NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên ereban di rûpelên xwe yên vê sibê de bal kişand ser aloziya Sûriyeyê, Yemen, çalakiyên gel ên Iraqê û tundiya li dijî çalakvanan.

Sûriye

Rêjîm alavên xwe ji nêzî sînorê Îsraîlê dikişîne

Rojnameya El-Şerq El-Ewsat der barê mijarê de sernavê "Rêjîma Sûriyeyê di şerê Quneytera de Îsraîlê rehet dike" avêt. Rojnameyê di nivîsa xwe de wiha got: "Xetên di navbera Îsraîl û Sûriyeyê yên herêma Golanê duh tevgerek ne normal pêk hat. Heger hêzên rêjîmê alavên xwe yên giran û beşek ji leşkerên xwe ji rojhilatê wê vekişandin, rêjîmê ji bo ku di navbera wê û Îsraîlê de li herêma Quneytira de hatine beranberî hev pêk neyê, hatiye kirin. Şam bi vê yekê dixwaze Îsraîl ji şerê wê yê li başûr pêk tên, rehet bike."

Rojnameya El-Heyat jî der barê rewşa li Sûriyeyê de sernavê "Çekdarên opozîsyona Sûriyeyê û Îranê welatiyan ji du gundan derdixin" avêt. Rojnameyê li ser zimanê çavkaniyan jî got ku danûstandin di navbera opozîsyonê  û pastarên Îranê pêk hat, li ser wî esasî bi hezaran welatî dê ji gundên ku çekdarên opozîsyonê li bakurê rojavayê Sûriyeyê derxin, ev jî beranberî ku bi sedan girtiyên wan li ji girtîgehên rêjîmê serbest werin berdan, pêk hatiye.

Rojnameya El-Ereb jî der barê rewşa li Sûriyeyê de sernavê "Çekdarên Sûriyeyê riwê xwe ji şerê bi rêjîmê re didin guhertin û li pey tundrewan dikevin" avêt. Rojnameyê di nivîsa xwe de got ku komên çekdar ên Sûriyeyê di civînên xwe yên li Qahîrêyê de gihaştin encamê û wiha dom kir:  "Li gorî danûstandinên hatin kirin, di navbera aliyan de bê dengê pêk hat, gelek hêz beşdarî danûstendinan bûn. Ev civîn ji bo şerê li dijî komên tundrew pêk hatiye."

Rojnameya El-Heyat jî der barê mijarê de sernavê "Hêzên Amerîkayê heta xetereya Îranê biqede, wê li Sûriyeyê bimînin" avêt. Rojnameyê di nivîsa xwe de got ku berûvajî soza ku Trump der barê vekişîna hêzên Amerîka ji Sûriyeyê, şêwirmendê ewlekariyê yê Amerîkayê John Bolton tekez kir ku hêzên Amerîkayê wê li Sûriyeyê bimînin, heta xetereya hêzên Îranê bi temamî ji Sûriyeyê derkeve û wiha dom kir: "Televîzyona El-Erebiyê li ser zimanê wî got: Ez texmîn dikim ku serok ji me re zelal diyar kir ku em ê li wir bin, heta xetereya DAIŞ'ê li herêmê bi temamî tune bibe, her wiha heta xetereya Îranê li Rojhilata Navîn hebe."

Iraq

Rojnameya El-Ereb jî der barê rewşa Iraqê de sernavê "Tundiya li dijî çalakvanan, hêza civakî ya Ebadî  belav dike" avêt. Rojnameya El-Şerq El-Ewsat jî derabrê mijarê de sernavê "Rayedarên Iraqê bi hêzê çalakiyên gel belav dikin. Çalakiyên ku ev deh roj in dewam dikin xurttirîn çalakiyên ji sala 2003’yan ve ne ku li Iraqê pêk tên."

Rojnameya El-Heyat jî der barê mijarê de sernavê "Bi çalakvanan re tundî hate bikaranîn, hikumeta Iraqê amadekariya hesabpirsînê ji berpirsiyaran dike" avêt. Rojnameyê di nivîsa xwe de got ku hikûmeta Heyder Ebadî amdekariya avêtina berpirsên paya bilind ji wezaretên Îraqê dike û wan dewrî dadgehê dike û wiha dom kir: "Çalakiyên gel hîn jî didomin û di encamê de kuştî û birîndar çêbûne."

Filistîn

Der barê rewşa Filistînê de rojnameya El-Ereb sernavê "Hemas nêrîna Misrê ya ji bo lihevanîna Filistînî, qebûl kir" avêt. Rojnameyê di nivîsa xwe de got ku çavkandiyên Filistînê xwedî agahî diyar kir Hemas pêşniyarên Misrê yên der barê lihevhatina filistîniyan de qebûl kiriye.

Rojnameya El-Heyat jî der barê rewşa Filistînê de sernavê "Filistînî daxwaz dikin ku hêzên navdewletî zextê li Îsraîlê bikin ku careke din deriyên Kerem Ebû Salim vebike" avêt. Rojnameyê di nivîsa xwe de got ku Îsraîl derî girt û rê girt ku alîkarî û madeyên jiyanî derbasî aliyê Filistnê bibe.

Yemen

Rojnameya El-Şerq El-Ewsat sernavê "Hikumeta Yemenê parçebûna çareseriyê qebûl nake" avêt. Rojnameyê di nivîsa xwe de got ku hikumeta Yemenê tekez kir ku Wezîrê Karên Derve yê Yemenê Xalid El-Mîtanî parçebûna çareseriya aloziyê qebûl neke.