Şehîd Mustafa Mihemed: Cangoriyê ragihandina azad

Şehîd Mustefa Mihemed mîna gelek rojnamevanên kurd bi şoreşê re firseta rojnamegeriyê dît û di hemleya Rizgarkirina Minbicê de şehîd bû.

Şehîd Mustafa Mihemed: Cangoriyê ragihandina azad
18 tîrmeh, 2018   08:03

DIYAR AHMO / NAVENDA NÛÇEYAN

 Li Rojavayê Kurdistanê çapemenî jî yek ji wan saziyan e ku bi şoreşê re firset û derfeta xebatê li pêşiya wê vebû. Di pêvajoya Şoreşa Rojava de ku heyanî roja îro didome, têkoşîneke xurt hat meşandin û rojnamevanan jî hem ciyê xwe di vê têkoşînê de girt hem jî ev têkoşîn belge kirin. Yek ji wan rojnamevanan jî nûçegihanê Ronahî TV û endamê Meclisa Yekitiya Ragihandina Azad Mustefa Mihemed Şukrî bû.

Şehîd Mustefa 18`ê Tîrmehê di hemleya Şehîd Feysel Ebû Leyla ya rizgarkirina Minbicê ji çeteyên DAIŞ`ê de şehîd bû. Ew sala 1987`an li gundê Yapsê yê girêdayî Girê Spî ji dayik bûbû.

Şehîd Mustefa sibata 2015`an tev li xebatên Ronahî TV dibe û bernameya `Îdaeat` pêşkêş dikir. Her wiha tev li duyemîn kongreya Yekitiya Ragihandina Azad bû û di kongreyê de wek nûnerê Kobanê ciyê xwe di Meclisa Ragihandina Azad de girt.

Piştî ku Hemleya Şehîd Feysel Ebû Leyla ya rizgarkirina Minbicê dest pê kir, şehîd Mustefa jî tevî gelek rojnamevanan hemle şopand.

Roja 13`ê Tîrmeha 2016`an şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê çerxerêya Dewar Sebie Behrat a bajarê Minbicê rizgar kir. Şehîd Mustefa tevî hinek rojnamevanên dîtir li gel şervanan derbasî çerxerêya Sebie Behrat bû û li wê derê mayin bi wan ve teqiya. Di encama teqîna mayinê de rojnamevan Mustefa Mihemed û Kendal Cûdî birîndar bûn. Mustefa Mihemed ji ber birînên xwe yên giran 18`ê Tîrmehê li Nexweşxaneya Şehîd Xebat şehîd bû.

(np/ew)

ANHA