Ji germa zêde welatî bê ceyran dimînin

Bilindbûna pileyên germahiyê û nebaşiya cureya mazotê dibe sedem ku jenetorên ceyranê xirab bibin. Ev jî dibe sedem ku welatî bê ceyran bimînin.

Ji germa zêde welatî bê ceyran dimînin
Ji germa zêde welatî bê ceyran dimînin
Ji germa zêde welatî bê ceyran dimînin
Ji germa zêde welatî bê ceyran dimînin
18 tîrmeh, 2018   06:46

RÊNAS RIMO-KADAR IBRAHÎM / QAMIŞLO

Piştî rizgarkirina piraniya herêmên Rojava- Bakurê Sûriyeyê ji çeteyên DAIŞ'ê, dorpêçeke giran li ser herêmê hatiye ferzkirin. Vê dorpêçê bandoreke neyînî li hemû aliyên jiyanê li bajar û gundên herêmê kir. Di serî de jî qutbûna ceyranê ku di jiyana rojane de gelekî bandora wê li ser jiyana welatiyan heye.

Welatî ji ber qutbûna ceyranê di hemû deman de zehmetiyan dikişînin û bi taybet di demsala havînê de, ji ber germa zêde û piraniya alavên sarkirinên bi ceyranê dixebitin.

Ceyrana Rojava û Bakurê Sûriyeyê ji navçeya Rimêlan, Siwêdiyê, bendava Firat û Tebqayê digirin.

Lê ji ber hin sedeman wekî telefbûna tûrbînên ceyranê li Rimêlan, wêrankirina hin beşên bendavên li ser çemê Firatê ku ji aliyê DAIŞ'ê ve pêk hatiye, her wiha ji ber sedemên herî sereke, qutkirina dewleta tirk ji ava çemê Firatê re û guhertina rêyên kaniyên çemê Firatê beriya bikeve xaka Sûriyeyê, ceyran li herêmê qut bûye.

Şêniyên herêmê ji ber dorpêçê nikarin xebatên sererastkirinê bimeşînin. Li ser vê yekê şêniyên herêmên Bakurê Sûriyeyê û bi hevkariya Desteyên Rêveberiya Xweser û ên sivîl jenetoran dixebitînin.

Jeneratoran heta rêjeyekê karîbû ceyran ji hemû herêmên Rojava û Bakurê Sûriyeyê re peyda bike. Lê di van demên dawîn de û ji ber germahiya zêde û nebaşiya cureyê mazotê jenerator xirab dibin û pê re ceyran li ser şêniyan qut dibe.

Welatiyê bi navê Siwar Omer ê ji navçeya Tirbespiyê û xwediyê dikana dirûnê got ku şêniyên navçeya Tirbespiyê bi giştî ceyranê ji jeneretoran digirin. Lê ji ber germahiya zêde û nebaşiya cureya mazotê jenerator xirab dibin. Ji bo sererastkirina wê jî gelek roj pêwîst in.

Temîrvanê jenetoran ê bi navê Hecî Yihya ji şêniyên navçeya Tirbespiyê ye, destnîşan kir ku nebaşiya cureya mazotê dibe sedema xirabbûna jeneratoran.

Şêniyên Tirbespiyê jî wekî piraniya herêmên Bakurê Sûriyeyê ji bo her amperek ku rojane 8 saetan tê dayîn, hezar û 450 lîreyan mehane didin.

ANHA