Kalepîrê 127 salî zilma osmaniyan vegot

Kalepîrê bi navê Mustefa Mihemed Hemîd (Şêx Misto) yê 127 salî yek ji temenmezintirîn kesê cîhanê ye. Şêx Misot di dema osmaniyan de zilma li ser gelê herêmê hatiye meşandin, dît û hin kiryarên wan aşkera kir.

Kalepîrê 127 salî zilma osmaniyan vegot
18 tîrmeh, 2018   06:27

MEED SELÛM – GULÎSTAM MIHEMED / GIRÊ SPÎ

Salên dirêj bîranîna Şêx Misto jê nebirine, hîn jî bîranînên wî xurt in. Misto got ku di jiyana xwe ya dirêj de gelek tişt bi çavên serê xwe dîtine, bi taybet dema Dewleta Osmanî, Fransa û Brîtanyayê herêm dagir kiribû û got ku di dema osmaniyan de welatiyên herêmê rastî tundî, destdirêjî û bûyerên din pêk hatin.

Şêx Misto da zanîn ku dagirkeriya osmanî welatî bi awayekî hovane îdam dikirin û got ku di kuştina welatiyan de xazok bi kar dianîn, bi taybet piştî ku Sûriye û Misr dagir kirin. Dema osmaniyan Misr û Şam dagir kirin, xazoq bi kar anîn. Di dema osmaniyan de kesên welatî xazoq dikirin, ên herî zêde hiştiba temenê qurbanî dirêj bibe, dihate xelatkirin, ên qurbanî zû pê re dimir, dihat cezakirin. Carinan kesên dihatin xazoqkirin, rojekê sax diman, heta jiyana xwe ji dest didan.

Şêx Misto bi çavên xwe hin îdamên bi xazoqê ku osmaniyan li dijî welatiyan pêk anîn, dîtin. Ji ber ku kesên ku biryarên paşa yan jî leşkeran red dikirin, dihatin qazoxkirin, cîranê malbata Şêx Misto, ji ber ku kesekî firarî li ba xwe veşart, tê xazoqkirin. Ji kesên ji leşkeriya osmaniyan direviyan re firarî dihate gotin. Ji ber cîranê Şêx Misto qebûl nekir ku cihê kesên firarî ji leşkeran re bibêje, hate xazoqkirin.

Misto ew bûyer bi çavên tijî girî û van gotinan tîne ziman: "Dema xazoq li wî didan, qurbanî qîr dikir û digot hûn çi biki jî ez ê cihê firarî ji we re nebêjim, ez ê tu carî wê dîmenê ji bîr nekim."

'Destdirêjî li jinan dikirin'

Di nava nîqaşan de me ji Şêx Misto yê 127 salî pirs ku behsa osmaniyan û destirêjiya jinan pir tê kirin, gelo der barê wê de tu bîranînên wî hene. Şêx Misto serê xwe hejand û wiha got: "Ne her kesan dikarî jinan tecawiz bike, tenê paşa û kesên nêzîkî wan 'sefah' ev dikirin. Leşkerekî paşa şewqeya xwe datanî ber deriyê ku jinên wan tecawiz dikirin, da ku bihêle jin di bin şewqeya wî de derbas bibe. Bi vê yekê jî ew mal biçûk dixistin."

Koçî Sûriyeyê dike

Misto destpêkê li bajarê Rihayê dimîne û li bajarê Heran a dîrokî jî ma. Dibêje ku heta niha jî bîranînên mala bavê wî li bajarê Heran dimînin. Şêx Misto di Hezîrana sala 1915'an de tevî malbata xwe ji ber zilma dewleta osmaniyan koçber bû, ji ber tirsiyan ku leşkerên osmanî êrîşî mala wan bikin. Ji wir berê xwe da herêma Silûk a kantona Girê Spî, di wê demê ve ew herêm di bin destê koçerên ereb bi rêveberiya Michim Bin Mihêd de bû. Misto di wê derbarê de got ku herêma Silûk di wê demê de pir xweşik bû, ji ber ku av lê pir bû, lê bi demê re çemê ku ji aliyê Tirkiyeyê ve dihat ziwabû, vê yekê jî bandor li tevahî herêmê kir.

Şêx Misto der barê bîranînên wan rojan de got ku osmaniyan di wê demê de ew bi hêştiran ji Heranê ajotin û berê wan da herêma Silûkê ku  wekî dewletoka Michim Bin Mihêd ê koçer dihate naskirin.

‘Ji bo paşa kefen peyda nebû’

Piştî sed sal di ser mirina Cemal Paşayê Sefah re derbas bû, yek ji fermandarên dagirkeriya osmanî ji Misto re agahiyên cuda da. Kesê bûyer ji Misto re got li ser cenazeyê Cemal Paşayê Sefah şahid bû.

Misto got ku piştî kuştina Ehmed Cemal Paşayê Sefah ji bo definkirina wî kefen peyda nebû, ew bi cawekî spî yê lihêfan pêçandin.

Şêx Misto behsa gelek tiştan kir ku di çavkaniyan de peyda nabin û tîne ziman ku kurekî Cemal Paşa hebû, navê wî Ebdulrehman bû û wiha dibêje: "Kurekî wî hebû, min ew û dayika wî piştî kuştina Cemal Paşa li Riha dîtin. Çi qas qal bikim jî ziman nikare asta hovîtiya Cemal Paşa bîne ziman, di zemanê de me DAIŞ’ê nekiriye. Kesên fermanên wî pêk nedianîn îşkence lê dikirin, çawa îşkence kir, caran alav derbasî bedena wan dikirin û ji aliyê din derdixist, neynûkên wan radikirin, jin û keç li pêşberî her kesî tecawiz dikir."

Misto her wiha da zanîn ku ji ber zilma wî kesek ku ji bo qirkirina ermenan plan kiribû bi destê ermenekî hate kuştin.

Misto wiha pê de diçe: "Piştî ku Cemal Paşa rojhilat û rojava xist destê xwe, mir û kefen jê re peyda nebû, cenazeyê wî hefteyekê li herêma Sefyan a dikeve başûrê rojhilatê Silûkê hatibû veşartin. Ji ber ku paşayê nû yê osmaniyan ku fermana kuştina wî dabû, cenaze xwestibû. Kurê Cemal Paşa yê tekane jî Ebdulrehman ji tirsa ku cenazeyê bavê wî were windakirin, qebûl nekir ku cenaze radest bike. Lê dayika wî zext lê dikir ku teslîm bike."

ANHA