Dagirkeriya tirk navê Lîwa Mişel Temo da guhertin

Artêşa tirk a dagirker fermandarên "Lîwaî Mişel Temo" û bi dehan ciwanên kurd ên piştî dagirkeriya Efrînê tev li çeteyên wan bûn, girtin. Li aliyê din agahî hatin wergirtin ku artêşa tirk bi hejmareke zêde ji wan tesfiye kirin, her wiha navê "Lîwa Mişel Temo" guhert û kir "Lîwa 213".

Dagirkeriya tirk navê Lîwa Mişel Temo da guhertin
Dagirkeriya tirk navê Lîwa Mişel Temo da guhertin
Dagirkeriya tirk navê Lîwa Mişel Temo da guhertin
18 tîrmeh, 2018   07:03

EFRÎN

Piştî artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê ku "Lîwa Mişel Temo" ya girêdayî Firqeya Sultan Murad a Kantona Efrînê jî di nav de bajarê Efrînê dagir kirin, çeteyên Lîwa Mişel Temo bi hinceta ku dê komên terorîst ên din ji Efrînê derxin, welatiyên Efrînê neçar dikirin ku tev li wan bibin. Bi vê yekê jî bi hestê welatiyên kurd dilîstin da ku wan qebûl bikin û xwedêgiravî ew biyaniyan li bajarê xwe qebûl nakin û dê bi xwe parastina herêmên xwe bikin.

Piştî gelek hewldanan û neçarkirina welatiyan a tevlêbûnê, li navçeya Mabata dewreyeke perwerdeyê di bin çavdêriya Firqeya Sultan Murad de vekirin. Dewre 45 rojan dewam bû, di dawiya dewreyê de li bajar hatin erkdarkirin. Piştî mehekê ji vê gavê komên çete dest bi hemleya girtina ciwanên kurd ên tev li wan bûne, kir.

Çavkaniyan destnîşan kir ku fermandarê Lîwa Mişel Temo, Ebû Meryem El-Heskawî ji beriya 2 mehan ve hatiye girtin û heta niha çarenûsa wî ne diyar e.

Piştî hemleya girtina ciwanên kurd ên tev li wan bûne, yek ji fermandarên Polîsên Leşkerî yên girêdayî Firqeya Sultan Murad ê bi navê Ebû Leys civînek li dar xist û navê "Lîwa Mişel Temo" wek “Lîwa 213” da guhertin.

Lîwa Mişel Temo ji endamên ku piraniya wan kurd in hate avakirin û navê siyasetmedarê kurd û serokê Partiya Şepêla Pêşerojê Mişel Temo yê di sala 2011'an de li Qamişlo hate kuştin, lê hate kirin. Di wê demê de rêjîm bi kuştina Temo hate tawanbarkirin.

ANHA