Topbarana li ser herêma sêkoşeya mirinê didome

Bomebarana hewayî li ser herêma sêkoşeya mirinê didome. Hêzên rêjîmê bajarokê El-Hîta û Zemrîn xistin bin serweriya xwe. Her wiha beşa yekem ji koçberên Deraayê gihaştin keleha El-Medîqa ku dê ji wê derê berê xwe bidin bakurê Sûriyeyê.

Topbarana li ser herêma sêkoşeya mirinê didome
16 tîrmeh, 2018   09:27

NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê li herêma sêkoşeya mirinê topbarana hewayî û êrîşên bi fuzeyan didomin. Balafirên şer ji şeva Yekşemê ve heta van kêliyan bi qazanên teqemenî êrîşî bajarokên Eqreba, El-Mal, Tel El-Mal û Tel El-Hara yên bakurê rojavayê parêzgeha Deraayê dikin.

Her wiha şer û pevçûn di navbera komên çekdar û hêzên rêjîmê de li derdora bajarokê El-Teyha didomin.

Hêzên rêjîmê pêşve çûn û bajarokê El-Teyha xistin bin serwriya xwe. Niha jî li derdora bajarokê El-Mal şer û pevçûn hene. Hêzên rêjîmê bajarokê Zemrîn ê dikeve herêma sêkoşeya mirinê û her wiha aliyê bakurê rojavayê Deraayê xistin bin serwriya xwe.

Li gorî navendê  roja Yekşemê beşa yekem ji koçberên Deraayê û gundewarên wê gihaştin keleha El-Medîq a bakurê rojavayê Hemayê. Li wê derê guhertin tê kirin da ku ji wê derê berê xwe bidin bakurê Sûriyeyê.

(bx/ew)