Gelê Kobanê xwe ji pêşwaziya salvegera 19'ê Tîrmehê re amade dike

Rêveberiya kantona Kobanê tevî şêniyan di çarçoveya çalakiyên salvegera 6`emîn a Şoreşa 19`ê Tîrmehê de ku ji Kobanê dest pê kir, ji saetên sibê ve dest bi paqijkirina kolanên bajar kir.

Gelê Kobanê xwe ji pêşwaziya salvegera 19'ê Tîrmehê re amade dike
Gelê Kobanê xwe ji pêşwaziya salvegera 19'ê Tîrmehê re amade dike
Gelê Kobanê xwe ji pêşwaziya salvegera 19'ê Tîrmehê re amade dike
Gelê Kobanê xwe ji pêşwaziya salvegera 19'ê Tîrmehê re amade dike
Gelê Kobanê xwe ji pêşwaziya salvegera 19'ê Tîrmehê re amade dike
16 tîrmeh, 2018   11:58

KOBANÊ

Xebatên pêşwazîkirina salvegera Şoreşa 19'ê Tîrmehê li kantona Kobanê bê navber dewam dikin. Di vê çarçoveyê de hevserokên Meclisa Rêveber a Kobanê Enwer Muslim û Bêrîvan Hesen, hevserokê Meclisa Kantona Kobanê Mustefa Îto, hevserokê Meclisa TEV-DEM`ê Ehmed Şêxo, hevserokên desteyên Rêveberiya Xweser a Kobanê, bi dehan şêniyên Kobanê û bi hevkariya endamên Şaredariya Gel a Kobanê, ji saetê sibê ve dest bi paqijkirina kolanên Kobanê kir.

Xebatên paqijiyê ji Qada Jina Azad hatin destpêkirin. Her ekîbekî berê xwe da aliyekî û dest bi paqijiyê kir.

Hevserokê Meclisa Kantona Kobanê Mistefa Îto di hemleya paqijiyê de ji ajansa me re axivî û Şoreşa 19`ê Tîrmehê li hemû mirovahiyê pîroz kir û wiha got: "Me îro wek rêveberiya Kobanê û gelê xwe di çarçoveya çalakiyên mîhrîcana 19`ê Tîrmehê de di bin slogana “Bajarê me mala me ye” de dest bi paqijkirina bajarê xwe kir."

Xebatên paqijiyê dê li tevahiya tax û kolanên Kobanê belav bibe. Heta niha di çarçoveya mîhrîcana 19`ê Tîrmehê de ku 14`ê mehê dest pê kir, meş, şahî û semîner hatin lidarsxistin.

(ekîb)

ANHA