Ji bo şehîdê HPG`ê merasîm hat lidarxistin

Şêniyên bajarê Qamişlo serdana konê sersaxiyê yê şehîdê HPG`ê Mihemed Abdullhemîd (Birûsk Celeme) kir û sersaxî ji malbata wî re xwest.

Ji bo şehîdê HPG`ê merasîm hat lidarxistin
Ji bo şehîdê HPG`ê merasîm hat lidarxistin
Ji bo şehîdê HPG`ê merasîm hat lidarxistin
Ji bo şehîdê HPG`ê merasîm hat lidarxistin
Ji bo şehîdê HPG`ê merasîm hat lidarxistin
Ji bo şehîdê HPG`ê merasîm hat lidarxistin
Ji bo şehîdê HPG`ê merasîm hat lidarxistin
Ji bo şehîdê HPG`ê merasîm hat lidarxistin
Ji bo şehîdê HPG`ê merasîm hat lidarxistin
15 tîrmeh, 2018   09:33

QAMIŞLO

Bi sedan şeniyên bajarê Qamişlo û gundewarên wê ji bo şehîdê Hêzên Parastina Gel (HPG) Mihemed Abdullhemîd (Birûsk Celeme) ku bi eslê xwe ji Efrînê ye û di dîroka 31.03.2018`an de li herêma Osmaniye ya Tirkiyeyê şehîd ketibû, li Goristana Delîl Sarûxan a bajarê Qamişlo saet di 10.45’an de merasîm li dar xist û serdana konê sersaxiyê kir.

Meclisa Malbatên Şehîdan, şervanên YPJ/YPG û saziyên bajarê Qamişlo û gundewarên wê tev li merasîmê bûn.

Piştî merasîma leşkerî li ser navê Meclisa Malbatên Şehîdan a kantona Qamişlo Elî Omar sersaxî ji malbata şehîd re xwast û wiha got: “Li çar parçeyên Kurdistanê dara azadiyê bi xwîna şehîdan hat çandin. Ev dar bi xwîna şehîdan tê avdan. Dijminên kurdan li ser her çar parçeyan êrîş dikin. Vîna gelê kurd li dijî wan êrîşên hovanê tu carî nayê şikandin. Heke pêwîst bike em ê hemû li ser wê axê xwîna xwe birijînin. Wê heya em ser bikevin berxwedana gelê kurd li dijî dagirkeriye bidome.”

Her wiha li ser nave YPG`ê Nazdar Sileman jî ji malbata şehîd re sersaxî xwest û soza şopandina doza şehîdan nûjên kir.

Piştî ku wesîqeta şehîd hat xwendin, radestî malbatê hate kirin. Dayika şehîd Birûsk Tolîn Mihemed jî axivî û wiha got: “Ez bi lawê xwe serbilind im. Bila serê Rebêrê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û gelê me sax be.”

Konê sersaxiyê dê heta saet 14.00’an vekirî be.

(mk/sa/ew)

ANHA