Çavdêriya Mafên Mirovan: Cendirmeyên tirk gule berdan welatiyekî ji Dergûşê 

Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê diyar kir ku cendirmeyên tirk ên li ser sînor gule berdan welatiyekî ji herêma Dergûş a parêzgeha Idlibê û di encamê de ew kes birîndar bû. 

Çavdêriya Mafên Mirovan: Cendirmeyên tirk gule berdan welatiyekî ji Dergûşê 
15 tîrmeh, 2018   08:59

NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên ku Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê cendirmeyên dagirkeriya tirk, gule berdan welatiyekî ku dixwest sînor derbas bike li nêzî herêma Dergûş a herêma bakurê rojavayê Idlibê û di encamê de ew kes birîndar bû.

Hikumeta AKP`ê îdia dike ku parastina gelê Sûriyeyê dike, lê dîsa jî kiryarên artêşa tirk a dagirker tekez dike ku ev tişt berovajî ye. Dewleta tirk a dagrker herêmên bakurê Sûriyeyê dagir dike û komên çete yên girêdayî wê gelek îşkenceyê li sivîlan dikin her wekî kuştin, revandin û xwestina pereyan wek fîdye. 

Navendê beriya 4 rojan dabû zanîn ku welatiyekî ji bajarokê El-Şihêl ê derdora Dêrazorê bi guleyên cendirmeyên tirk dema ku dixwest sînor derbas bike, li nêzî gundewarên Idlibê hate kuştin.  

Li gorî serjimêriyên navendê, ji dema ku aloziyê dest pê kiriye derdora 387 kesan li ser destê cendirmeyên tirk jiyana xwe ji dest daye di dema ku dixwestin sînor derbas bikin, di nav wan kuştiyan de jî 73 zarok û 35 jin jî hene.   

Her wiha navendê belge kir ku 754 kesan ji ber bombebarana dewleta tirk a dagirker li ser erdên Sûriyeyê yên hatine dagirkirin di nava wan de jî 167 zarok  û 111 jin jî hene.  

Dagirkeriya tirk li ser herêma Efrînê ji 20`ê Kanûna 2018`an ve bû sedem ku zêdetirî 300 kesên sivîl jiyana xwe ji dest bidin û zêdetirî hezar kes birîndar bûne, vê yekê jî hişt ku 250 hezar kesên efrînî dev ji malên xwe berdin û koçber bibin piştî ku warê wan bi deh hezaran kesên koçber dihewandin.