Li Taywanê bi dijwariya 4.3 pileyî erd hejiya

Li Taywanê bi dijwariya 4.3 pileyî erd hejiya. Ji ber erdhejê tiştek bi kesî nehat.

Li Taywanê bi dijwariya 4.3 pileyî erd hejiya
15 tîrmeh, 2018   06:40

NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Navendî ya Taywanê  (CNA), Buroya Meteorolojiyê ya Navendî ragihand ku erdhej bi 70,3 kîlometreyî li binê erdê rû daye. Hate ragihandin ku şîdeta erdhejê 4,3 pile ye û li herêma bi 18.8 kîlomtreyî li rojhilatê navçeya Yîlanê pêk hatiye.

Li gorî agahiyên destpêkê tiştek ji ber erdhejê bi kesî nehatiye.

Li dû vê erdhejê bi şîdeta 4,5 pileyî erdhejeke din û gelek erdhejên jê biçûktir rû dan.

Li Taywanê  sala 1999'an bi şîdeta 7,6 pileyî erd hejiya bû û zêdeyî 2 hezar û 300 kes miribûn.