Li Xezayê ji ber bombebaranê 2 zarok mirin, 12 kes birîndar bûn

Balafirên Îsraîlê avahiya El-Ketîbe ya li Xezayê bombebaran kir. Di encamê de 2 zarokên Filîstînî jiyan xwe ji dest dan û 12 kes birîdar bû. Çekdarên Filîstînî jî berîsv dan û Wargeha Sidîryot topbaran kir. Di encamê de 3 Îsraîlî birîndar bûn.

Li Xezayê ji ber bombebaranê 2 zarok mirin, 12 kes birîndar bûn
14 tîrmeh, 2018   17:48

XEZA

Nûçegihanê ajansa me (ANHA) li Xezayê ragihand ku balafirên şer ên Îsraîlê avahiya El-Ketîbe ya li navenda bajêr bombebaran kir, di encamê de 2 zarokên bi navên Emîr El-Nemre (15) û Lûey Kehîl (16) jiyana xwe ji dest dan, her wiha 12 sivîlên din jî birîndar bûn. rewşa 2 birîndaran giran e.

Çekdarên Filistînî bersiva topbaranê dan û bargehên niştecîbûnê ya Sidîryot topbaran kirin. Di encamê de 3 îsraîlî birîndar bûn.

(şx)

ANHA