Trump dê li Helsenkî bi Pûtîn re bicive

Serokê Amarîka Donald Turmp dê roja Duşemê bi Serokê Rûsya Viladîmêr Pûtîn re li Helsenkî ya Fenlendayê bicive. Hevdîtina wan dê 3 saetan dewam bike û paşê dê kongreyeke hevbeş a çapemenî lidar bixin.

Trump dê li Helsenkî bi Pûtîn re bicive
14 tîrmeh, 2018   09:39

NAVENDA NÛÇEYAN

Lûtkeya Helsenkî der barî hevdîtina herdû serokan de daxuyanyek da. Di daxuyaniyê de diyar kir ku lûtkeya Amarîka – Rûsî di navbera Serokê Amarîka Donald Trump û serokê Rûsya Viladîmêr Pûtîn de roja Dûşemê di saet 13:15'an de dê were lidarxistin. Civîna wan dê 3 saetan dewam bike û paşê dê kongreyeke hevbeş a çapemniyê lidar bixin.

Di daxuyaniya lûtkeya "Helsenkî 2018" de hate gotin ku civîna Serokê Amarîka Donald Trump bi Serokê Rûsiya Viladîmêr Pûtîn re saet di 13:15'an de û civîna Pûtin bi Serokê Fenlendayê re Sawlî Nînîsto (Sauli Niinistö) dê saet di 16:30`an de were lidarxistin.

Herdû serok dê di civînê de li ser pêşxistina têkliyan û nîqaşên li ser ajandeyên navdewletî û bi taybet aloziya Sûriyê dê nîqaş bikin.

(bx)