Li Amûdê koperatîfa şokeya Newroz vebû

Meclisa Malbata Şehîdan a bajarê Amûdê koperatîfa şokeya bi navê Newroz vekir.

Li Amûdê koperatîfa şokeya Newroz vebû
Li Amûdê koperatîfa şokeya Newroz vebû
Li Amûdê koperatîfa şokeya Newroz vebû
Li Amûdê koperatîfa şokeya Newroz vebû
Li Amûdê koperatîfa şokeya Newroz vebû
14 tîrmeh, 2018   09:23

AMÛDÊ

Li bajarê Amûdê Meclisa Malbata Şehîdan a taxa Jînê saet 11.15`an de koperatîfa şokeya bi navê Newroz vekir.

Di merasîma vekirina koperatîfa şokeya Newroz de, endamên Meclisa Malbatên Şehîdan, şervanên YPG/YPJ û Dîsîplîna Leşkerî amade bûn.

Di koperatîfa Şokeya Newroz de 10 endamên Meclisa Malbatên Şehîdan beşdar bûne û Meclîs dê hemû pêwîstiyên koperatîfê ji wan re peyda bike. Di nava şokeyê de 5 kes wê kar bikin. Koperatîfa Şokeya Newroz wê karên wiha  bike; guhartina zeyta siwareyan, firotina zeyta siwareyan, şûştina siwareyan û hwd... Koperatîfa şokeya Newroz sibehê we saet 07.30 heya 21.30 we kar û xebatên xwe bimeşîne.  

Beriya vekirina koperatîfa şokeya Newroz Endamê Meclîsa Şehîdan û revêberiya koperatîfa şokeya Newroz Zîwer Elî vekirina koperatîfa şokeya Newroz li hemû endamên koperatîfê pîroz kir û got ku bi avakirina koperatîfan dê xwe birêvebirinê biçespînin û hêvî kir ku koperatîf bêtir li herêmê bêne vekirin.

(mk)

ANHA