Xezeba Zeytûnê: Erebeyek hate rûxandin, 2 çete hatin kuştin

Odeya Xezeba Zeytûnê bi daxuyaniyekê destnîşan kir ku hêzên wan li başûrê Idlibê li dijî çeteyên Feyleq El-Şam çalakî pêk anîn. Di encamê de 2 çeteyên Feyleq El-Şamê yên girêdayî artêşa tirk a dagirker hatin kuştin û erebeya wan hate rûxandin.

Xezeba Zeytûnê: Erebeyek hate rûxandin, 2 çete hatin kuştin
Xezeba Zeytûnê: Erebeyek hate rûxandin, 2 çete hatin kuştin
14 tîrmeh, 2018   07:57

EFRÎN

Odeya Çalakiyan a Xezeba Zeytûnê bi daxuyaniyekê ji raya giştî re diyar kir ku hêzên wan li dijî çeteyên Feyleq El-Şam li başûrê Idlibê çalakiyek pêk anî.

Daxuyaniya Odeya Çalakiyan a Xezeba Zeytûnê wiha ye:

"Hêzên me di 12`ê Tîrmehê de li dijî çeteyên Feyleq El-Şam çalakiyek pêk anî. Hêzên me erebeyeke çeteyan hedef girt. Di erebeyê de du çete hebûn. Tê zanîn ku her du çete tev li dagirkeriya bajarê aştiyê bûbûn û mal û milkên welatiyan talan kirin û heqaret li şêniyan kirin. Ji ber vê yekê hêzên me erebe hedef girt û çeteyên bi navên Yasir El-Elî û Temam Xalid Seîd di erebeyê de hatin kuştin.

Em tekez dikin ku em li hemû deverên ku zilm û zordarî ji aliyê artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê ve li ser gelê me tê meşandin em û bi taybet li Cerablus, Ezaz, El-Bab, Idlib û Efrînê ne. Ji ber vê yekê jî em soz didin ku hemû kesên ku destê wan di dagirkeriya Efrînê de heye û mal û milkên gel talan kirin û heqaret li gel kirin, dê hesabên giran ji wan werin xwestin. Wekî ku me soz da we, tiştên tên girantir in. Efrîn, sebir bike.ʺ

(bx/kc/ew)

ANHA