Mijarên rojnameyên erebî

Başûrê Sûriyeyê piştî ku rêjîmê serkeftinên mezin di şerê li hemberî çekdaran de bi dest xwe ve anîn, di nav bêdengiyekê de ye. Parêzgeha Deraa niha li benda çareserkirina rewşa gundewarên bakurê Deraa û Quneytera ye. Lê diyar e ev mijar hinekî dijwar e ji ber ku ji sînorên bi Îsraîlê re nêzîk e û  Îsraîl hebûna Îranê tu carî li nêzî sînorên xwe qebûl nake. Serokwezîrê Iraqê ji bo rewşê aram bike serdana Besrayê kir. Lêvebera şîayî ya bilind li Iraqê beşdarî daxwazên xwepêşandêran dibe.

Mijarên rojnameyên erebî
14 tîrmeh, 2018   07:49

NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî yên îro behsa gelek mijarên girîng ên herêmê kir. Rojnameyan behsa geşedanên leşkerî di Sûriyeyê de û bi taybet li başûrê Sûriyeyê kir. Her wiha behsa xwepêşandanên li Iraqê û avakirina hikumeta Lubnanê, aloziya Yemenê û gelek mijarên din kirin.

Rûsya tabûrên başûrê Sûriyeyê dihelîne û başûr dabeşî 4 beşan dike

Girêdayî mijar û aloziya Sûriyeyê rojnameyan behsa geşedanên li başûr kirin. Rojnameya El-Heyat manşeteke xwe wiha bi nav kir: "Mizgefta El-Umerî ya Deraa... çirûska şoreşê di bin serweriya rêjîmê de ye". Rojnameya Şerq El-Ewsat jî manşeteke xwe wiha bi nav kir: "Rêjîm karmendên xwe amade dike da ku derbasî Deraa bike û opozîsyon li benda mîsogeriyên Rûsyayê ye".

Rojnameya El-Quds El-Erebî jî nivîseke xwe wiha bi nav kir: "Rûsya Deraa dabeşî 4 deverên leşkerî kir û berpirsyariya wan radestî fermandarê tabûreke ku alîkariya xwe ji Îmaratê werdigire, kir". Rojnameyê diyar kir ku bi erêkirina Îsraîl û Amerîka Rûsya rêveberiya dosya başûrê Sûriyeyê dike. Li gorî nîşandeyên li vir pilaneke tê çespandin û dibe ku dîmen li başûr li giştî Sûriyeyê serûbin bike eger pêk were. Piştî ku Rûsya û Sûriyeyê serweriya nêzî jin sedî 84 ji rûpîvana parêzgeha Deraa kirin û piraniya tabûrên opozîsyonê yên çekdar li başûr wergirtin. Rûsya ji bo helandina tabûran di bin sernavên lihevkirin û lihevanînê de dixebite û li çar deverên Deraayê ku ji aliyê kesayetên opozîsyonê yên navdar ve tê meşandin. Ev kesayet hemû girêdayî fermandarê ku başûr li gorî berjewendiya Rûsyayê dabeş kiriye Ehmed El-Ewdê ne ku Îmarat alîkariya darayî ya tabûra wî dike.

Şerên girêkok li benda rêjîmê ne

Girêdayî heman mijarê rojnameya Şerq El-Ewsat manşeteke xwe wiha bi nav kir: "Piştî Deraa şerên girêkok li benda rêjîmê ne". Rojnameyê diyar kir ku li parêzgeha Deraa ya başûrê Sûriyeyê, dergûşa nerazîbûnên li dijî rêjîmê di sala 2011'an de, Şamê serkeftineke hêsan û bi lez li hemberî tabûrên opozîsyonê bi dest xwe ve anî. Lê şerê wê yê pêş li parêzgeha Quneytera ya li nêzî sînorên bi Îsraîlê re diyar e dijwartir e.

Rojnameya El-Heyat jî nivîseke xwe wiha bi nav kir: "Rûsya li hemberî ihtîmala hêrsbûna Îsraîlê di Sûriyeyê de xemgîn e". rojnameyê destnîşan kir ku Mosko duh metirsiyên xwe eşkere kirin ku eger Îsraîl hêrsa xwe di Sûriyeyê de bilin bike û Şam jî bersiva wê bide. Îsraîlê jî ragihand ku balafireke bê pîlot ku ji Sûriyeyê dihat xistiye xwarê.

Îran di Sûriyeyê de heye û para xwe dixwaze

Girêdayî mijara hebûna Îranê di Sûriyeyê de rojnameya El-Ereb manşeteke xwe wiha bi nav kir: "Jinûve avakirin piştî girêdesta şer: destwerdana Îranê di Sûriyeyê de girêkok e". Rojnameyê diyar kir ku hikumeta Îranê hebûna xwe di Sûriyeyê de xurt dike û ji şer sûd werdigire û di herdu aliyên leşkerî û siyasî de tev digere da ku serweriya xwe li mezarên şîayî biçespîne û piştgiriya rêjîmê di guhertina pêkhetebûna niştecîbûna gelek dever û bajarên Sûriyeyê de bike û senaryoyekî weke rûdanên li Iraqê bide meşandin. Niha ku şerê li Sûriyeyê çarçoveyeke nû bi serweriya rêjîmê li gelek deveran werdigire, nemaze hevbendiyên navenetewî yên nû bi taybet di navbera Rûsya û Amerîka de û destwerdana Îsraîlê, Îran hewl dide para xwe ji jinûve avakirina Sûriyeyê wergire da ku hebûna xwe di Sûriyeyê de berdewam bike û berjewendiyên xwe biparêze.

Lêvegera şîayî piştgiriya xwepêşandêran dike û Ebadî serdana Besra dike

Girêdayî mijarên Iraqê rojnameya Şerq El-Ewsat manşeteke xwe wiha bi nav kir: "Ebadî ji bo hêdîkirinê serdana Besra kir. Sîstanî piştgiriya daxwazên xwepêşandêran dike". Rojnameyê ragihand ku Lêvegera Şîayî ya bilind li Iraqê li parêzgeha Besra diyar kir ku daxwazên xwepêşandêran di cih de ne. Serokwezîr Heyder Ebadî jî serdana parêzgehê kir da ku rewşê hêdî bike.

Lihevkirina di navbera El-Qiwat û Şepêla El-Ewnî de hikumetê ava nake

Girêdayî mijarên Lubnanê rojnameya El-Ereb manşeteke xwe wiha bi nav kir: "Paşveçûna El-Qiwat li hemberî Şepêla El-Ewnî têra hêsankirina avakirina hikumeta Lubnanê nake". Rojnaneyê diyar kir ku çavkaniyên siyasî yên Lubnanê ragihand ku lihevkirina di navbera Şepêla El-Wetenî El-Hur û El-Qiwat El-Lubnaniyê de bilezkirina avakirina hikumeta Lubnanê bi serokatiya Seed El-Herîrrî pêk nayne.

Rojnameyê li ser navê van çavkaniyan diyar kir ku lihevkirina di navbera du aliyên xiristiyanî de gaveke alîkar e lê têrê nake ku El-Herîrî peywira xwe di demeke lezgîn de pêk bîne.

Trump helwesta xwe li hemberî May diguherîne

Girêdayî mijareke din rojnameya Şerq El-Ewsat manşeteke xwe wiha bi nav kir: "Trump Brîtanyayê tevlihev dike". Rojnameyê diyar kir ku piştî daxuyaniyên tevlîhev nirxa Sterling paşve çû û rexneyên giran li serokwezîra Brîtanyayê Theresa May hatin kirin. Serokê Amerîkayê helwesta xwe piştî ku gihaşt Londonê guhert û piştgiriya helwesta May kir.

Xan Ehmer ku li ber gefa hilweşandinê ye veguherî qubleya filistîniyan

Girêdayî mijarên Filistînê rojnameya Şerq El-Ewsat manşeteke xwe wiha bi nav kir: "Atmosfereke erênî di danûstandinên şandeya Hemas li Qahîreyê de". Rojnameya El-Heyat jî nivîsa xwe wiha bi nav kir: "Xan Ehmer... aloziya metreyên dawî ji bo parastina projeya dewleta Filistînê". Rojnameyê diyar kir ku Xan Ehmer ku kombûneke koçeran e li hemberî hilweşandinê rû bi rû ye êdî veguherî qubleya Filistîniyan û li vir rojane bi sedan çalakvanên siyasî, oldar, aborînas û xwendekar serdana wê dikin. Da ku li pêşiya xebatên hilweşandina wê bigirin û hilweşandina wê weke hilweşandina bingeha dawî ya dewleta Filistînê dibînin.

Rojnameyê destnîşan kir ku rayedarên Îsraîlê beriya çend salan projeyeke niştecihbûnê ya berfireh li vê herêmê ragihandibû. Filistînî jî vê yekê weke dawiya projeya dewleta Filistînê ya serbixwe dibînin, nemaze ji ber ku peywendiya di nava deverên herêma rojavayî de dibire.

Koalîsyon daxwaznameyên keştiyan ji bo derbasî benderên Yemenê bibin erê dike

Girêdayî aloziya Yemenê rojnameya Şerq El-Ewsat manşeteke xwe wiha bi nav kir: "Koalîsyon erêkirina daxwaznameyên keştiyan ên derbasbûna benderên Yemenê didomîne". Rojnameyê destnîşan kir ku fermandariya Koalîsyona Erebî ku alîkariya artêşa Yemenê dike, erêkirina daxwaznameyên keştiyên ku dixwazin derbasî benderên Yemenê bibin berdewam dike. Heta niha 17 keştî li benderan rawestîne û ji wan 3 keştî li bendera El-Hudeyda rawestîne û 3 keştiyên din jî li benda derbasbûnê ne. Her wiha keştiyeke din jî barê xwe li bendera El-Silêf datîne.

(jh)