Balafirên dagirkeriya tirk Başûr bombebaran kir

Balafirên şer ên artêşa tirk a dagirker bombe li bajarokê Şêladizê yê başûrê Kurdistanê barandin.

Balafirên dagirkeriya tirk Başûr bombebaran kir
14 tîrmeh, 2018   06:49

NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî nûçeya ANF`ê ku agahiyên xwe dispêre agahiyên ji herêmê, şevê din balafirên şer ên artêşa tirk a dagirker bombe li derdora bajarokê Şêladizê yê bajarê Amediyê yê başûrê Kurdistanê barandin.

Diyar bû ku gel ji ber dengê bombebaranê daket kolanan û hate diyarkirin ku di êrîşa dewleta tirk a dagirker de herêmên geştê zirar dîtiye.

Têkildarî zirara gihaştî bajarokê Şêladizê agahiyên zelal nehatin bidestxistin.