KCD: 14`ê Tîrmehê bûye çand û felsefeya jiyanê

Di salvegera 36`mîn a 14 Tîrmehê de Kongreya Civaka Demokratîk daxuyaniyek weşand û diyar kir ku AKP xwedî li dîktatoriya pergala faşîst a 12’ê Îlonê derketiye û li ser gel dimeşîne û wiha dewam kir: ʺLê berxwedana 14’ê Tîrmehê, bûye çand û felsefeya jiyanê, refleksa serkeftinê ya civakê.”

KCD: 14`ê Tîrmehê bûye çand û felsefeya jiyanê
13 tîrmeh, 2018   09:10

NAVENDA NÛÇEYAN

Di dîroka têkoşîna gelê kurd de berxwedana 14`ê Tîrmehê cihekî xwe yê mezin heye. Di zindana Amedê de têkoşer û şoreşgerên tevgera azadiyê ya gelê kurd Xeyrî Durmuş, Kemal Pîr, Akîf Yilmaz û Alî Çîçek li hemberî faşîzma dewleta tirk û înkara wê ya li ser gelê kurd dest bi grava mirinê kir. Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) bi vê boneyê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Naveroka daxuyaniyê wiha ye:

ʺSibe salvegera 36’emîn a 14’ê Tîrmehê Rojiya Mirinê ya Mezin e ku di dîroka têkoşîna azadiyê de cihekî girîng digire. Di 36’emîn salvegera vê berxwedana dîrokî de careke din di şexsê berxwedêrên pêşeng de hemû berxwedêrên zindanan û şehîdan bi rêzdarî bi bîr tînin.

Pergala faşîst a 12’ê Îlonê bi polîtîkaya tunekirin û êrîşên dijwar ên li hemberî hemû muxalefet, demokrat-şoreşgerên Kurdistan û Tirkiyeyê dabû destpêkirin, hewl da muxalefeta civakî û bi taybetî jî têkoşîna azadiya gelê kurd bi temamî tune bike.

Bi operasyonên bi vê armancê dabûn destpêkirin, bi deh hezaran welatparêz, demokrat û şoreşger binçav kirin û piştî îşkenceyên hovane ew girtin. Di zindanan de jî bi îşkeceya hovane xwestin wan teslîm bigirin.

Armannca dîktatoriya faşîst a 12’ê Îlonê ew bû ku bi îşkence û çewisandinê civakeke yektîp ava bike. Li gel ku di ser vê re 38 sal derbas bûne jî di roja me de AKP xwedî li dîktatoriya ev pergala faşîst a 12’ê Îlonê derketiye, bi polîtîkayên kûr û zirav her kesî wekî wê nafikire dijmin dibîne û hewl dide wan tune û tasfiye bike.

Armanca stratejîk a dîktatoriya faşîst a 12’ê Îlonê ew bû ku di şexsê kadroyên PKK’ê, kurdperwer û demokratên kurd ên li zindanên Kurdistanê de radigirt, gelê kurd û têkoşîna azadiyê tune bike.

Cihê ku îşkence û berxwedan lê geş bû zindana Amedê bû. Ji ber ku pêşengên têkoşîna azadiyê di zindana Amedê de dihatin ragirtin, di aliyê civakî, siyasî, têkoşîn û berxwedana dîrokî de zindana Amedê cihekî girîng bû û pêşengiya valaderxistina polîtîkayên xiyanet û teslîmiyetê kir.

Kadroyên PKK’ê û kurdperwerên di zindana Amedê de dihatin ragirtin şahidiya îşkenceya hovane û pêkanînên dermirovî li ser wan dihat meşandin, kir. Bi îşkenceyên hovane re polîtîkaya “îtîrafkariyê” li ser wan ferz kirin û xwestin vê yekê bi xiyanet û teslîmkariyê bi encam bikin.

Di şert û mercên derbeya 12’ê Îlonê de hemû muxalefeta demokratîk-civakî bi çewisandinê hatibû bêdengkirin de bi pêşengiya Berxwedana Zindana Amedê li zindanan polîtîkaya xiyanet û teslîmkariyê ya dîktatoriya faşîst a 12’ê Îlonê vala derxist, bi vê re hemû zînde û muxalefeta demokratîk a neteweyî bêhnek hilda, wêrekî û xwebaweriyek hat wê û bi rabûna ser pêyan ket nava liv û tevgerê.

Meşaleya berxwedanê ya lehengê mezin Mazlûm Dogan ku bi 3 darikên niftikê agirê Newroza 1982’yan geş kiribû, Ferhat Kurtay, Necmî Oner, Mahmut Zengîn û Eşref Anyik di 17’ê Gulana 1982’yan de bi Agirê Çaran ev berxwedan dewr girt û bi Berxwedana Rojiya Mezin a ku di 14’ê Tîrmeha 1982’yan de ji hêla şoreşgerên pêşeng Xeyrî Durmuş, Kemal Pîr, Akîf Yilmaz û Alî Çîçek ve bi serfiraziyê tacîdar kirin. Ev berxwedan polîtîkaya xiyanet û teslîmkariyê têk bir û bi awayekî ku careke din venegere, şand sergoya dîrokê.

Berxwedana 14’ê Tîrmehê ku li zindanan dest pê kir, pêl bi pêl li erdnîgariya Kurdistanê belav bû û ji hêla gel ve hat qebûlkirin. Ev yek ji bo gel bû mîladek.

Berxwedana 14’ê Tîrmehê; bûye çand û felsefeya jiyanê, dîsîplîn û refleksa serkeftinê ya civakê. Ev yek civaka Kurdistanê û têkoşîna azadiyê serwer kir û anî asta ku her tim bijî.

Hemû tarîtî, tirs, bêhevî û bêbawerî ji holê rakir, beramberî vê yekê mîzginiya rojên xweş û geş daye, ji îradeya serkeftin, wêrekî, biryarbûn, hêvî, fedakariya re pêşengî kir û bû navê têkoşînal i dijî xiyanet û teslîmkariyê.

Îro ji ew şert û mercên ku têkoşîna azadiyê û gelê me bi înkarê, tunehesibandin, tasfiye û îmhayê re rû bi rû mabûn derketiye; bûye hêza zînde ya ku mirovahî bi çavekî mezin lê dinêre û bûye hêviya gelên Rojhilata Navîn. Her wiha hatiye asta ku bibe xwedî statu. Îro li Rojava li hemberî pergala dagirker-kapîtalîst pergala demokratîk ava dike û ev yek pêk aniye. Ruhê berxwedana 14’ê Tîrmehê di vê yekê de diyarker e.

Bi vê bîr û baweriyê, em bi minetdarî berxwedêrên 14’ê Tîrmehê yên Rojiya Mirinê a Mezin û hemû şehîdan bi bîr tînin. Baweriya me ya azadî û serkeftinê ku ruhê berxwedana 14’ê Tîrmehê pêşengiya wê bêdawî ye û biryadariya xwe ya di vê derbarê de tînin ziman.ʺ

(ar/ew)