Li Misirê teqîn çêbû, birîndar hene

Li cihekî nêzî balafirgeha paytexta Misir Qahîreyê, li rezerveyeke kîmyewî teqînek pêk hat. Ji ber teqînê 12 kes birîndar bûn.

Li Misirê teqîn çêbû, birîndar hene
13 tîrmeh, 2018   06:31

NAVENDA NÛÇEYAN

Li cihekî nêzî balafirgeha Qahîreyê teqîneke mezin pêk hat. Tê gotin ku teqîn li rezerveyeke kîmyewî pêk hatiye û 12 kes ji ber wê birîndar bûne.

Berdevkê artêşê Tamer el-Refaî daxuyaniyek da û diyar kir ku teqîn gelekî dijwar bû û 12 kes birîndar bûne.

Tê gotin ku pêwendiya teqînê bi germahiyê heye.