Şêniyên Tebqayê xaniyan bi kelpîçan lê dikin

Li herêma Tebqayê careke din lêkirina xaniyan bi kelpîçan derketiye holê. Berê lêkirina xaniyan bi kelpîçan çandeke kevn a şêniyên herêmê bû.

Şêniyên Tebqayê xaniyan bi kelpîçan lê dikin
Şêniyên Tebqayê xaniyan bi kelpîçan lê dikin
Şêniyên Tebqayê xaniyan bi kelpîçan lê dikin
13 tîrmeh, 2018   06:22

TEBQA

Koçber û bê istîqrariya ku ev çend sal e bi ser şêniyên herêmê ve hatiye, welatî neçar kirin ku gelek caran xaniyan lê bikin û  cihê xwe amade bikin. Welatî careke din lêkirina xaniyan bi kelpîçên ku ji axê têne çêkirin, pêk tînin.

Gundê Bîr Sena derdora 20 kîlometreyan dikeve bakurê rojhilatê bajarê Tebqayê. Li vî gundî welatî jiyana xwe ya gundewar didomînin. Welatiyan dest ji qermîd û çîmentoyê berdaye û careke din xaniyên xwe bi kelpîçan çêdikin.

Karkerê bi navê Ebdulqadir El-Hemed der barê lêkirina xaniyên ji kelpîçan de got ku ev rêbazeke dîrokî ye û ev tişt anî ziman: "Tu kes nikare cudahiya xaniyên ji kelpîçan têne çêkirin, red bike. Mesrefa wê kêm e. Xaniyên kelpîç hênik in û zivistanan jî germ e. Kelpîç ji axê û bermahiyên qeselên genim tê çêkirin. Heriya tê çêkirin di qalib de tê rastkirin û li ber rojê tê hiştin. Paşê tê rakirin û xanî bi wan tê lêkirin."

Li Tebqayê û tevahî bajar û gundên derdora çemê Firatê lêkirina xaniyan bi kelpîçan zêde dibe. Ev jî nîşaneya wê ye ku welatiyên bi salan koçber bûbûn, niha vedigerin warên xwe.

ANHA