Koçberên Kampa Tiwêhîniye ji sozan bêzar bûne

Koçberên di kampa Tiwêhîniyê ya bakurê rojavayê Tebqyê de dimînin, ji rêxistinên mirovî bêzar bûne. Her çend gelek soz dabin jî ku dê alîkariyê bikin lê heta niha ew soz pêk nehatine.

Koçberên Kampa Tiwêhîniye ji sozan bêzar bûne
Koçberên Kampa Tiwêhîniye ji sozan bêzar bûne
Koçberên Kampa Tiwêhîniye ji sozan bêzar bûne
Koçberên Kampa Tiwêhîniye ji sozan bêzar bûne
Koçberên Kampa Tiwêhîniye ji sozan bêzar bûne
Koçberên Kampa Tiwêhîniye ji sozan bêzar bûne
Koçberên Kampa Tiwêhîniye ji sozan bêzar bûne
13 tîrmeh, 2018   07:20

ESMEHAN OMER/TEBQA

Bi hatina demsala havînê re rewşa hewa hat guhertin, pileya germahiy zêde bû û bager çêdibin. Ji ber wê jî koçberên di kampa Tiwêhîniyê de dijîn, bêzar û aciz bûne. Ji ber vê yekê gelek malbat ji kampê derketin û berê xwe dan kampên din.

Di kampê de heta niha 2 hezar û 50 malbat bi cih bûne. Komeleyên herêmî yên wekî Komeleya Rojava û Meclisa Sivîl a bajêr li gorî derfetên xwe yên heyî alîkariya koçberan dikin û pêdiviyên wan pêşkêş dikin. Lê ji ber hejmara zêde ya koçberan hêza wan têrê nakê.

Koçberên di kampa Tiwêhîniyê de dimînin, bang li rêxistinên navdewletî kir ku rewşa wan di ber çavan re derbas bikin û alîkariya wan bikin.

Heyva Sor a Kurd tevî derfetên xwe yên kêm û nebûna noqteyek tenduristiyê jî alîkariya koçberan dike.

Dayikeke koçber ji ajansa me re got ku ew dayika 8 zarokan e û destnîşan kir ku hin ji zarokên wê nexweş ketine, lê ew nikare wan derman bike û wiha got: "Em tenê li benda rehma Xwedê ne."

Koçberê bi navê Cima El-Seîd ê ji gundewarên Hemayê ye, tekez kir ku tenê 2 komeleyên Rojava û El-Mewde pakêtên xwarinê yên mehane li kampê belav dikin, lê ew jî têra hefteyekê nakin û wiha domand: "Hejmara koçberan zêde ye, alîkariyên têne dayîn jî têrê nakin."

Koçberê bi navê Ehmed El-Esîf ê ji gundewarên Humsê jî der barê mijarê de ev tişt anî ziman: "Rêxistinên mirovî me ji bo serjimariyê kom dikin, lê piştî karê xwe qedandin, em li dû wan dibezin û tenê pişta wan ji me ve xuya dike. Em tiştekî ji wan naynin."

El-Esîf diyar kir ku bêzariya xwe ji rêxistinên mirovî yên alîkariyan zêde bûye û ev tişt anî ziman: "Ji ber hovîtiya rêjîmê û ji bo parastina canê xwe em reviyan û me hemû tiştên xwe li pey xwe hiştin. Niha jî em tenê wekî hejmaran di lîsteyên serjimariya rêxistinan de ne û pêdiviyan me tenê wekî hibra li ser kaxezê dinivîsin û wiha dimîne. Tiştekî ji me re pêşkêş nakin."

Koçberê bi navê Xalid El-Seyaf jî derdê xwe bi van gotinan rave kir: "Rewşa me gelekî xirab e, çima tu rêxistin me wek koçber qebûl nake? Guneha me çi ye? Tenê sebra me ji ber aramiya ku QSDê li herêm pêk aniye tê, yan na em li vê derê nedisekinîn."

Kampa Tiwêhîniye zêdetirî salekê ye hatiye vekirin lê belê têra xwe alîkarî jê re nehatiye dayîn.

(şx/ew)

ANHA