Omar Salih: Barzanî bûye berdevkê Erdogan

Omer Salih daxuyaniya Nêçîrvan Barzanî rexne kir û got ku hevbendî bi dijmin re nabe, Barzanî bi vê daxuyaniyê hevkariya xwe ya bi Erdogan re tîne ziman û Barzanî bûye berdevkê Erdogan.

Omar Salih: Barzanî bûye berdevkê Erdogan
12 tîrmeh, 2018   05:16

MÛRADA KENDA / NAVENDA NÛÇEYAN

Endamê Desteya Damezirîner ê Partiya Azadî û Demokratîk a Êzidiyan (PADÊ) Omar Salih ji ajansa re axivî û got ku gefên Erdogan li ser Şengalê jî hene, lê ew nahêlin komkujiyeke din li ser gelê êzidî bê dubarekirin.

Omar Salih êrîşên dagirkeriya dewleta tirk li ser axa başûrê Kurdistanê nirxand û diyar kir ku heman êrîş beriya niha jî li ser başûrê Kurdistanê hebûn û wiha pê da çû: “Dewleta tirk ji 30 km zêdetir sînorê başûrê Kurdistanê derbas kiriye û li wir xwe bi cih kirine. Li ser armanca vejandina Dewleta Osmanî êrîşên xwe li Kurdistanê zêde dike.  Ji bo wê armanca xwe jî bûye gurê har.  Erdogan bi hinceta Tevgera Azadiyê êrîşî Başûr dike, pirsa min ji Erdogan ew e ku hûn çima êrîşî DAIŞ’ê nakin?”

Salih Omar di berdewama axaftina xwe de got ku dewletên navneteweyî bi giştî li dijî êrîşên dewleta tirk ên dagirkeriyê çavên xwe girtine û wiha dirêjî da gotinên xwe: “Mixabin helwestên dewleta Iraq û parlementoya Iraqê jî ne zelal in. Pêwîstê dewleta Iraqê û parlementoya Iraqê li dijî dagirkeriya dewleta tirk helwesteke pratîk nîşan bidin.”

‘Barzanî bûye berdevkê Erdogan’

Omar Salih daxuyaniya serokwezîrê herêma başûrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî rexne kir û wiha got: “Serokwezîrê herêma başûrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî  dijminê gelê kurd Erdogan pîroz kir. Ev daxuyanî cihê rexnê ye. Hevbendî bi dijmin re nabe. Nêçîrvan Barzanî bi daxuyaniya xwe da nîşan ku ew hevkarê Erdogan e. Her wiha Barzanî bûye berdevkê Erdogan.”

Omar Salih bal kişand ser gefên Erdogan ji bo Şengalê  û wiha got: “Gefên Erdogan li ser Şengalê jî hene. Lê li ser gelê êzidî em nahêlin ku komkujiyeke din were dubarekirin. Erdogan nikare di Şengalê de gavekê bi pêş de here.”

‘Baweriya gelê Başûr xurt e’

Endamê Desteya Damezirîner ê Partiya Azadî û Demokratîk a Êzidiyan (PADÊ) Omar Salih di dawiya axaftinên xwe de diyar kir ku gelê başûrê Kurdistanê li dijî dagirkeriya dewleta tirk çalakiyên xwe didomîne û baweriya gelê Başûr xurt e.

ANHA