Li Girê Spî pêşengeha wênesaziyê ya ciwanên kampê

Komîteya Çand û Hunerê ya Meclîsa Sivîl a Reqayê pêşengehek wênesaziyê li kampa koçberan a Eyn Îsa vekirin.

Li Girê Spî pêşengeha wênesaziyê ya ciwanên kampê
Li Girê Spî pêşengeha wênesaziyê ya ciwanên kampê
Li Girê Spî pêşengeha wênesaziyê ya ciwanên kampê
Li Girê Spî pêşengeha wênesaziyê ya ciwanên kampê
Li Girê Spî pêşengeha wênesaziyê ya ciwanên kampê
Li Girê Spî pêşengeha wênesaziyê ya ciwanên kampê
Li Girê Spî pêşengeha wênesaziyê ya ciwanên kampê
11 tîrmeh, 2018   14:07

GIRÊ SPÎ

Bi armanca pêşxistin û hîndarîkirina ciwanan, Komîteya Çandê bi alîkariya Rêxistina Sivîl a Pel û Komîteya Ciwan û Werzîşê, pêşengehek wênesaziyê li kampa Eyn Îsa vekirin. Pêşengeh wê du rojan vekirî be.

Di merasîma vekirina pêşengehê de, endamên Komîteya Ciwan û Werzîşê, Komîteya Çand û Huner, ciwanên kampa Eyn Îsa û endamên Rêxistina Sivîl a Pel amade bûn.

Di pêşengehê de derora 150 tabloyên mezin û hin tabloyên biçûk yên ku ji aliyê 75 wênesazên kampê ve hatin xêzkirin hatine daliqandin.

Meclîsa Sivîl a Reqayê tabloyên pêşengehê wê li herêma Cizîrê û Minbic jê pêşkêş bikin.

Endamê Komîteya Ciwan û Werzîşê yê Meclîsa Sivîl a Reqayê Ehmed El-Şerîf  armanca vekirina pêşengehê destnîşan kir û anî ziman ku armanca pêşengehê dema ciwanan vala derbas nebe û afrînerên wan pêş bixin.

Endamê Komîteya Hunera Şêwekariyê ya Burorya Çand û Hunerê Ziyad El-Hemed jî destnîşan kirin ku tablo wê werin nirxandin û li gorî sê astan xelat werin belavkirin.

ANHA