YCR`ê hevrêyên xwe bi bîr anî

YCR`ê her sê hevrêyên xwe ku di qonaxa duyemîn a Berxwedana Serdemê de şehîd bûbûn, bi bîr anîn.

YCR`ê hevrêyên xwe bi bîr anî
11 tîrmeh, 2018   08:02

 NAVENDA NÛÇEYAN

Koordînasyona Yekitiya Ciwanên Rojava (YCR) ji bo şehadeta her sê endamên xwe daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Daxuyaniya YCR’ê wiha ye:

ʺLi ser navê Yekitiya Ciwanên Rojava em her sê rêhevalên xwe yên têkoşer û qehreman ku di qonaxa duyemîn a Berxwedana Serdemê de şehîd ketin, bi bîr tînin. Di 8’ê Tîrmehê de rêhevalên me Birûsk Baran, Hawar Şêrawa û Garzan Efrîn dema ku li ser kar û xebata xwe bûn, di encama teqînekê de li herêma Şehbayê şehîd ketin.

Di vê pêvajoyê de ku êrîşên dagirkeran li ser şoreşa me ji çar aliyan ve bi hemû dijwarî didomin, em di nava şerê hebûn û tunebûnê de derbas dibin û bi tevahî hêzên desthilatdar û komploger li dijî şoreşa me di nava hewldanên qirêjî de ne, şoreşa me bi pêşengiya kesayetên şoreşger mîna şehîd Birûsk, şehîd Hawar û şehîd Garzan li ser pêyan e. Tevlêbûna her sê hevalên me nava karwanê şehîdan wê ji bo me û gelê me bi giştî bibe cihê serfirazî û serbilindiyê, ji ber ku rêya rast nîşanî me dan. Çawa ku wan heta dawiyê xwe bi erk û berpirsyariya xwe ya rizgarkirina Efrînê ve girêda bûn û li ser vî esasî, bi vî rihî bi şev û roj kar û xebat kirin, nesekinîn, tim di nava hewldan û lêgerînên azadiyê de bûn, divê em jî li ser şopa wan rêya wan heta serkeftinê bidomînin.

Heval Birûsk yek ji rêhevalên me ye, ji destpêka Şoreşa Rojava ve di nava erk û berpirsyariyên cur bi cur, ji Cizîrê heta Efrînê de cih girt û di asta pêşengiyê de kar û xebatên şoreşê bi rê ve birin. Heval Birûsk ji bo demeke dirêj di nava Koordînasyona Ciwanên Rojava de erk û berpirsyarî girtibû ser milê xwe. Ji destpêka êrîşên hêzên faşîst ên dagirker li ser Efrînê ve heval Birûsk di nava Berxwedana Serdemê de cih girtibû. Heval Birûsk yek ji pêşengên ciwanan di nava Şoreşa Rojava de ye ku bûye nimûne û sembola şoreşgerî û milîtaniya apoyî.

Heval Hawar jî ev demeke dirêj di nava rêveberiya ciwanên Rojava de erk girtibû ser milê xwe. Bi taybetî keda wî di nava xwendekarên Rojava li Efrînê û li Cizîrê de zêde ye. Heval Hawar demeke dirêj jî li Girkê Legê û Rimêlan di asta rêveberiyê de kar û xebatê ciwanan meşandibûn û herî dawî ji bo rizgarkirina Efrînê tev li  Berxwedana Serdemê bû. Heval Hawar ji bo me hemûyan bû nîşaneya xwendekarê têkoşer û milîtanê apoyî yê demê.

Heval Garzan yek ji endamên tevgera me yê herî kevn li Efrînê bû. Ked û xwêdana wî li Efrînê di asta herî jor de hebû. Heval Garzan di heman demê de jî hevserokatiya Desteya Ciwanan a Herêma Efrînê dikir û herî dawî jî ji destpêka şer heta şehadeta xwe bi dilsozî û ji bo tolhildana şehîdan û şikandina dagirkeriyê di nava Berxwedana Serdemê de cih girt û rolekê pêşengiyê girtibû ser milên xwe. Heval Garzan ji bo me tevahî bû sembol û nîşaneya ciwantiya azad û welatparêziya Kurdistanê, yê ku di bin şert û mercên herî zehmet de jî dev ji xaka xwe bernade, lê heta dilopa xwîna a xwe ya dawîn erd û miletê xwe diparêze.

Her sê rêhevalên me, Birûsk, Hawar û Garzan li ser şopa Arîn û Avestayan, mîna Rêzan û Navdaran ji bo parçekirin û şikandina dagirkeriyê û ji bo rizgarkirina Efrînê heta dawî xwedî sekn û helwesteke zelal bûn û ji bo pêkanîna soza xwe ya bi welatê xwe û şehîdên wê ji her tiştî re amade bûn. Her sê ew in, yên li ser rêya şehîdan meşiyan, di xewn û xeyala pêkanîna xewn û xeyalên şehîdan de bi israr bûn, girêdanbûna rast bi Rêber Apo re dan jiyandin û ji ber vê îro ji bo me rêya me ronî dikin.

Em li ser van bingehan mîna Yekitiya Ciwanên Rojava soza xwe di şexsê her sê rêhevalên me yên şehîd, Birûsk, Hawar û Garzan de li bermaberî tevahî şehîdên şoreşê, Rêber Apo û gelê xwe nû dikin. Em ê heya Efrînê azad nebe, heya çar perçeyên Kurdistanê azad nebin em ê nesekinin. Ji bo hilweşandina dagirkerî û faşîzmê em ê heta yek ji me hebe têkoşînê bikin û şer bikin. Ji ber vê yekê em dibêjin, rihê vê pêvajoyê, rihê Berxwedana Serdemê, rihê hemleya me ya Serî Hilde rihê Birûskan, Hawaran û Garzanan e! Em bang li tevahî ciwanên Rojava dikin ku li ser esasî xwedî derketina şehîdan û rizgarkirina Efrînê serî hildin, seferber bibin!

Bijî Serok Apo! Şehîd namirin! Serî Hilde! Şer bike! Efrînê rizgar bike!.ʺ

(kc/ew)