Idlib li hemberî senaryoya lihevkirinê yan hemleyeke leşkerî rû bi rû ye

Diyar e senaryoya hevpeymanên lihevkirinê ku rêjîma Sûriyeyê û Rûsya di vê dawiyê de xwe dispêrin wê û çeteyan li Idlibê kom dikin, dibe ku di şerê wan de ji destpêka aloziya Sûriyeyê ve pêngava herî zîrek be. Piştî Şam û Deraayê rêjîm car bi car behsa hemleyeke berfireh li Idlibê dike. Helwesta Tirkiyeyê jî eger êrîşek weke herêmên din li vir pêk hat li hemberî çeteyên girêdayî wê tevlîhev dibe.

Idlib li hemberî senaryoya lihevkirinê yan hemleyeke leşkerî rû bi rû ye
11 tîrmeh, 2018   08:08

NAVENDA NÛÇEYAN / SILÊMAN EHMED

Piştî koçberkirin û hevpeymanên lihevkirinê yên hikûmeta Sûriyeyê û komên çete li Şam, Deraa, Heleb û Humisê êdî rêjîma Sûriyeyê serweriya rûpîvana herî berfireh di Sûriyeyê de dike. Hikûmeta Sûriyeyê karibû ku hemû komên çete li Idlibê kom bike û bi vê yekê êdî parêzgeha Idlibê spartgeha herî mezin a çeteyên Cebhet El-Nusra di Sûriyeyê de ye.

Kurtepênaseya Idlibê

Parêzgeha Idlibê li aliyê bakurrojavayê Sûriyeyê ye û weke deriyê bakur ber bi Tirkiye û Ewropayê ve tê destgirtin. Rûpîvana Idlibê nêzî 6200 kîlo mître karê ye û dabeşî 5 deverên îdarî dibe ew jî ev in: "bajarê Idlibê, bajarê Erîha, bajaroka Mearêt El-Nuhman, bajaroka Cisir El-Şixor û devera Harim". Navenda parêzgehê bajarê Idlibê ye.

Sînorê parêzgehê ji aliyê bakurrojava ve herêma Iskenderûnê û Tirkiyeyê ye. Dirêjahiya sînorê parêzgehê bi Tirkiyeyê re 129 km ye. Ji aliyê bakur ve herêma Efrînê ye û ji aliyê rojhilat ve parêzgeha Helebê ye û sînorên wê yên îdarî nêzî 159 km ye. Ji aliyê başûr ve parêzgeha Hemayê ye û sînorên wê yên îdarî bi dirêjahiya 158 km ye û ji aliyê rojava ve parêzgeha Laziqiyê ye.

Rewşa leşkerî ya Idlibê

Piştî ku komên çete yên cûda li Idlibê hatin kom kirin, parêzgeha Idlibê veguherî herêmeke tevlîhev û êdî her tabûrek serweriya beşekî bajarê Idlibê yan devereke parêzgehê dike. Çeteyên Cebhet El-Nusra jî serweriya herî berfireh di Idlibê de dike.

Li Idlibê car bi car şer û pevçûnên dijwar di navbera komên çete de rû didin û gelek çalakiyên kuştinê li dijî serçeteyan pêk tên.

Niha çeteyên DAIŞ'ê rêzeçalakiyên kuştinê li dijî serçeteyên Heyet Tehrîr El-Şam pêk tînin da ku serweriya xwe ji nû ve li ser herêmê ferz bikin, piştî ku di dema şerê li dijî Kobanê de ji Idlibê hatibûn derxistin.

Bê guman pirbûna komên çete bi bîrdozî, spartek û jêderên fînansekirinê yên cûda, ne pêkan e karibin li herêmeke ciyogrefîk a weke Idlibê li rex hevûdu jiyan bikin. Ev yek piştî şer û aloziyên di navbera van komên çete de êdî eşkere diyar dibe. Her wiha çalakiyên kuştinê yên berdewam di navbera çeteyên Tevgera Ehrar El-Şam û Cebhet El-Nusra de vê yekê piştrast dike.

Li gundewarên Idlibê yên nêzî parêzgehên Laziqiyê û Hemayê şer û topbaran di navbera komên çete û hêzên rêjîma Sûriyeyê de rû didin. Di van deh rojên dawî de bi dehan ji herdu aliyan hatin kuştin. Her wiha komên çete baregeha Himêmîm a Rûsyayê jî bi fûzeyan armanc girtin.

Li eniyên nêzî herdu bajarokên Şîayî "Fûha û Kefreya" ku alîgirtiya Îranê dikin şer û pevçûn car bi car di navbera herdu aliyan de rû didin. Di encama pevçûn û topbaranê de û bi taybet piştî ku komên çete yên cûda li parêzgeha Idlibê hatin komkirin, derfeteke nû ji rêjîma Sûriyeyê û Rûsyayê re peyda dibe ku hemleyeke leşkerî ya berfireh li dijî Idlibê lidar bixînin.

Helwesta Tirkiyeyê

Eşkere ye ku Tirkiyeyê karibû komên çete bi lihevkirinên rêjîmê û Rûsyayê re birazîkirin bide. Yekemîn çalakiya lihevkirinê di zivistana 2016'an de li taxên rojhilatê Helebê pêk hat. Di wê demê de komên çete ji taxên rojhilatê Helebê û gelek deverên din vekişiyan û radestî rêjîma Sûriyeyê kirin. Gelek çavdêr diyar dikin ku Tirkiyeyê xencerek li pişta şoreşa Sûriyeyê da.

Rewşa niha tevî hevpeymana "kêmpevçûnan" ku di navbera dewletên misogerkar "Tirkiye, Îran û Rûsyayê" de hatiye îmzekirin, Tirkiyeyê 12 xalên xwe yên çavdêriyê li Idlibê bi cih kirin. Lê Tirkiyeyê nikaribû hêrsa komên çete di pevçûnên wan bi hêzên rêjîmê re bişkîne, nemaze ji ber ku di encama hevpeymana kêmpevçûnan de pêşveçûn û serweriya rêjîma Sûriyeyê berfirehtir bû.

Çavdêran diyar kirin ku Tirkiyeyê alîkariya rêjîma Sûriyeyê kir da ku van serkeftinan bi dest xwe ve bîne û bigihêje rewşa niha. Êdî rêjîma Sûriyeyê serweriya rûpîvana herî berfireh di Sûriyeyê de dike piştî ku di van salên borî de bêtirî nîvê rûpîvana Sûriyeyê winda kiribû.

Beriya êrîşan ji aliyê hêzên rêjîmê ve dibe ku Rûsya senaryoyeke lihevhatinên niştimanî (weke ku rêjîma Sûriyeyê bi nav dike) pêşniyar bike. Di vê senaryoyê de helwesta Tirkiye li hemberî komên çete yên girêdayî wê dê tevlîhev be û dibe ku tevliheviyeke dijwar li parêzgehê rû bide.

Çima Idlib

Rêjîma Sûriyeyê bi riya hemleya leşkerî li dijî Idlibê hewl dide riya sereke ya di navbera herdu parêzgehên Heleb û Şamê de biparêze. Ango karwanên bazirganî û leşkerî ku di herêma Xenasir a girêdayî Idlibê re derbas dibin biparêze.

Rêjîma Sûriyeyê bi riya êrîşa li dijî Idlibê dixwaze bajarên Heleb, Hema û Laziqiyê biparêze, bi taybet piştî ku parêzgeha Idlibê veguherî spartgeha komên çete yên cûda û herî zêde radîkal.

Hêzên Rûsyayê jî dixwazin baregeha Himêmîm ku têde bi sedan leşkerên Rûsyayê bi cih dibin û gelek balefirên şer û helicopter têde hatine bicihkirin.

Hêzên Îranê jî dixwazin dorpêça li ser herdu bajarokên Şîayî "Fûha û Kefreya" bişkînin weke ku çawa dorpêça li ser herdu bajarokên bakurê Helebê yên Şîayî Nubol û Zehra di demeke borî de şikandin.

(jh)

ANHA