Baxçeyên zarokan ên taxa Şêxmeqsûd

Li taxa Şêxmeqsûd a Helebê du baxçeyên zarokan (Kulîlkên Pêşerojê û El-Berêm) di pêşxistina şarezahiyên zarokan de û her wiha ji bo sivikkrina barê hemû jinan bi taybet jinên kedkar roleke girîng lîst.

Baxçeyên zarokan ên taxa Şêxmeqsûd
Baxçeyên zarokan ên taxa Şêxmeqsûd
Baxçeyên zarokan ên taxa Şêxmeqsûd
Baxçeyên zarokan ên taxa Şêxmeqsûd
Baxçeyên zarokan ên taxa Şêxmeqsûd
Baxçeyên zarokan ên taxa Şêxmeqsûd
Baxçeyên zarokan ên taxa Şêxmeqsûd
Baxçeyên zarokan ên taxa Şêxmeqsûd
Baxçeyên zarokan ên taxa Şêxmeqsûd
Baxçeyên zarokan ên taxa Şêxmeqsûd
Baxçeyên zarokan ên taxa Şêxmeqsûd
11 tîrmeh, 2018   07:16

ROZANA DADO/HELEB

Di merheleya baxçe de zarok gelek şarezahî û tecrubeyên jiyanî bi dest dixin û ji bo merheleyên pêş jî bingeh e. Her wiha fersendeke ku jinên kedkar barê xwe sivik bikin û bi karê xwe re mijûl bibin.

Piştî rewşa şer ku taxa Şêxmeqsûd tê re derbas bû û ji ber metirsiyên şêniyan ji dûrketina zarokên wan ji xwendinê, Kongreya Star ji bo vekirina 2 baxçeyên zarokan kar û xebat meşand. Kadroya baxçe ji 7 mamosteyên baxçeyê ku li ser şêwazên danûstandina bi zarokan re, fêrkirin û alîkariya derûnî hatin perwerdekirin.

Baxçeya Kulîlkên Pêşerojê beriya salekê li rojavayê taxa Şêxmeqsûd hate vekirin. Tê de 50 zarok hene.

Baxçeya El-Beraêm beriya 3 mehan li taxa El-Eşrefiyê hate vekirin. Tê de 20 zarok hene.

Temenên zarokan li her du baxçeyan di navbera 4-8 saliyê de ne.

Zarok di baxçeyan de zimanên erebî, kurdî û înglîzî dibînin û her wiha şarezahiyên tevgerê bi rêya lîstikan fêr dibin.

Rola baxçeyan di birêxistinkirina jinan de

Endama rêveber a Kongreya Star Nehle Mistefe got ku li ser daxwaza şêniyan piştî serkeftina baxçeyê yekemîn kongreya baxçeyê duyemîn bi navê El-Beraêm li taxa El-Eşrefiyê vekir.

Her wiha Nehla destnîşan kir ku ev her du baxçe di birêxistinkirina jinan de roleke girîng lîst û barên jinan sivik kirin. Piştî ku zarok tev li baxçeyan bûn, jinên kedkar dem dît ku xwe ji qeydên civakê rizgar bikin û her wiha di karê xwe de xwe bi pêş bixin.

Şeza Tirad ji pêkhateya ereb e. Ji zanîngeha perwerdeya baxçeyên zarokan derçûye. Li ser mijara baxçe wiha got: "Armanca baxçeyan tevî bidestxistina şarezahiyên ziman û bîrkarî, perwedekirina zarokan li ser rêgeza hevkariyê ye û her wiha pêşkêşkirina alîkariya derûnî ji zarokan re ye."

Her wiha Şeza Tirad got ku ew zarokan dişopînin û li gorî taybemeniyên wan bi awayekî rast bi wan re danûstandinê dikin. Şeza diyar kir ku wan ji ber rewşa hin zarokan a taybet û ji bo çareserkirina pirsgirkên wan ew şandin aliyên têkildar.

(şx)

ANHA