Gelê Eyn Îsa dagirkeriya Tirkiyeyê şermezar kir

Meclis û saziyên sivîl ên navçeya Eyn Îsa dagirkeriya Tirkiyeyê li herêmên Bakurê Sûriyeyê û destdirêjiyên artêşa tirk û çeteyên girêdayî wê bi taybet li dijî herêma Efrînê, bi tundî şermezar kirin. Gelê Eyn Îsa destnîşan kir ku ew tu carî dest ji Efrînê bernade û ji bo rizgarkirina Efrînê dê asta têkoşîn û berxwedana xwe bilind bikin.

Gelê Eyn Îsa dagirkeriya Tirkiyeyê şermezar kir
10 tîrmeh, 2018   09:39

GIRÊ SPÎ

Di çarçoveya helwestên li dijî dagirkerî û destdirêjiya artêşa Tirkiyeyê li herêmên Bakurê Sûriyeyê û bi taybet li dijî herêma Efrînê de bi dehan endam û rêveberên saziyên sivîl ên navçeya Eyn Îsa daxuyaniyek da û kirinên Tirkiyeyê û komên çete yên girêdayî wê bi tundî şermezar kirin.

Daxuyanî ji aliyê hevserokê meclisa bajarokê Elî Baçliyê Îbrahîm Salih Derwêş ve hate xwendin. Daxuyanî wiha ye:

"Bi navê sazî, meclis û welatiyên navçeya Eyn Îsa em êrîş û kirinên hovane yên dewleta tirk a dagirker û çeteyên wê li Bakurê Sûriyeyê şermezar dikin. Dagirker dixwazin aramî û ewlehiya herêmê ku ji bo wê zarokên herêmê li hemberî terorîstan û çeteyên DAIŞ'ê canê xwe feda dikin, tevlihev bikin. Hemû dewletên desthilatdar û di serî de dewleta tirk a dagirker çeteyan destek dikin û armanca wan li herêmê tevliheviyan çêke û her dem Sûriyê di nava şer de be. Bi vê yekê jî dixwaze aramî û ewlehiya welatiyan têk bibe.

Lê em di Sûriyeyê de û bi taybet li Bakurê Sûriyeyê hêz û îradeya me zêde dibe. Ji bo ku em planên dewletên ku alîkariya çeteyan dikin têk bibin amade ne ku bi hezaran şehîdan bidin.

Dagirkirina dewleta tirk ji xaka Efrînê re mînaka terora wan e. Em soz didin gelê Efrînê em tu carî dest ji Efrînê bernadin. Hêz û îradeya me zêde dibe û Bakurê Sûriyeyê dê bibe mînaka jiyana hevbeş.                 

Bijî Sûriyeya azad û serbixwe, bijî berxwedana Efrînê, ji birîndaran re şîfaya lezgîn û ji girtiyan re azadî."

Ji destpêka ku artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê derbasî Cerablus , Îdlib, Efrîn û Babê bûne û heta niha şer, pevçûn, kuştin, dizî û talankirin berdewam dike û di encama wê de gelek sivîlan jiyan xwe ji dest daye.

Li gorî çavdêr û lêkolîneran niha evan herêmên di bin dagirkeriya Tirkiyeyê û komên çete yên girêdayî wê ne, herêmên Sûriyeyê yên herî zêde ku aramî û ewlehî li wan tune ye tên nîşandan.

(ekîb/jh)

ANHA