Hêzên dagirker jineke ducanî qetil kirin

Hêzên dagirker jineke ducanî û dayika du zarokan dema ku xwest derbasî Bakurê Kurdistanê bibe qetil kirin.

Hêzên dagirker jineke ducanî qetil kirin
9 tîrmeh, 2018   17:06

BASIL REŞÎD / EFRÎN

Leşkerên artêş Tirk a dagirker jina ducanî û dayika du zarokan a bi navê Dilovan Ismet Şêxo ya ji gundê Cilbirê ya navçeya Şêrawa dema  dixwest derbasî Bakurê Kurdistanê bibe, li nêzî herêma Selqîn a Idlibê bi guleyan qetil kirin.

Dilovan Ismet ya 21 salî li navenda bajarê Efrînê dima ji ber hovîtiya dagirkeran xwest serbasê Bakur bibe.

Xizmên Dilovan birin û li gundê Kefer Betera yê girêdayî bajarê Efrînê defin kirin.

(bb)

ANHA