Li Efrînê binpêkirin didomin: Dagirkeran kalepîrek û keça wî ya astengdar lêdan kirin

Hate ragihandin ku çeteyên artêşa Tirk a dagirker a li Efrînê ciwanek revandin, her wiha welatiyeke bi temen û keça wî ya astengdar lêdan kirin û milkên wan talan kirin.

Li Efrînê binpêkirin didomin: Dagirkeran kalepîrek û keça wî ya astengdar lêdan kirin
9 tîrmeh, 2018   16:12

EFRÎN

Çavkaniyekî ji herêma Cindirêsê ji ajansa me re ragihand ku çeteyên "Feyleq El-Şam" ên girêdayî artêşa Tirk a dagirker pêş çend rojan, ji gundê Baziyê ciwanê bi navê Egît Hesen Silêman yê 25 salî revandin û heta niha çarenûsa wî ne zelal e.

Çavkanî diyar kir ku çeteyan beriya niha jî 3 caran Egît girtibûn û piştî ku bertîl ji malbatên wan girtin ew serbest berdan.

Çavkaniyekî din jî herêma Racoyê da zanîn çeteyên dagirkeriya Tirkiyê beriya çend rojan li gundê Cobana welatiyê bi navê Mamo Mamo yê 80 salî di hindirê mala wî de lêdan kirin û destê keça wî ya astengdar kemeçe kirin û ew jî lêdan kirin. Her wiha 600 hezar lîreyên Sûrî ji mala wî birin.

(bb)

ANHA