Yekemîn navenda ciwanan li rojhilatê Reqayê hate vekirin

Meclîsa ciwanên Reqayê ji bo ektîfkirina rola ciwanan li heremê û pêşxistina çalakiyên wan, li  bajaroka Keramê ya rojhilatê Reqayê navendeke xwe vekir.

Yekemîn navenda ciwanan li rojhilatê Reqayê hate vekirin
Yekemîn navenda ciwanan li rojhilatê Reqayê hate vekirin
Yekemîn navenda ciwanan li rojhilatê Reqayê hate vekirin
9 tîrmeh, 2018   11:18

REQA

Di vekirina navendê de, bi dehan şênî û endamên saziyên sivîl ên herêma Keramê amade bûn.

Merasîma vekirina navendê bi rêzgirtin destpê kir. Paşê, li ser navê meclîsa ciwanên Reqayê endama meclîsê Meha El-Fêsel, li ser navê Meclîsa sivîl a Reqayê Hisên El-Bircis, li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan Ibtîsam El-Ehmed û li ser navê Mala JINê ya heremê jî Menal El-Şêx axaftin hate kirin. Di axaftinan de, vekirina navendê li hemû ciwanan hate pîrozkirin û hate tekezkirin ku bi saya ciwanan civakeke azad û demorkatîk tê avakirin.

Piştî axaftin bi dawî bûn, deriyê navendê ji aliyê endamên Saziya Malbatên Şehîdan a Keramê ve hate vekirin. 

ANHA