Piştî Kerkûkê li Silêmaniyê dest bi hejmartina dengan hate kirin

Piştî ku parlementoya Iraqê di 6’ê Hezîranê de biryar da ku bila deng bi destan werin hejmartin, di 21’ê Hezîranê de Dadgeha Federal a Iraqê jî biryar erê kir. Li Kerkûkê piştî ku deng hatin hejmartin, niha jî li Silêmaniyê deng tên hejmartin.

Piştî Kerkûkê li Silêmaniyê dest bi hejmartina dengan hate kirin
9 tîrmeh, 2018   10:14

NAVENDA NÛÇEYAN

Li Silêmaniyê 220 sindoq hene. Ji van sindoqan 180 sindoq ên gelê Silêmaniyê û 40 sindoq jî yên koçberan e. Hate diyarkirin ku hejmartina dengan dibe ku 3-4 rojan bidome.

Li Iraqê hilbijartinên parlementoyê di 12’ê Gulanê de hate kirin. Ji gelek deran nerazîbûn hat ku, fen û fût hatine kirin. Dihat gotin ku herî zêde li herêma Kerkûkê fen û fût hatine kirin.

Di hilbijartinên Iraqê de koalîsyona serekê Şîî Muktada Sadr bûbû yekemîn. Hê hikumet nehatiye avakirin û lêgerîn û bazariya ji bo tifaqê didome. Di dawiya meha Hezîranê de Serokwezîr Haydar El Ebadî û Sadr diyar kiribûn ku di navbera du blokên siyasî de tifaq hatiye avakirin.