Li Deraa şer qewimî û bendekî hevpeymanê hat talokirin

Li parêzgeha Deraa ya başûrê Sûriyeyê di navbera gurûpên çekdar û hêzên rejîmî de şer qewimî. Di encama şerê qewimî de 4 sivîlan jiyana xwe ji destda û bendê hevpeymana agirbestê hat talokirin.

Li Deraa şer qewimî û bendekî hevpeymanê hat talokirin
8 tîrmeh, 2018   14:15

NAVENDA NÛÇEYAN

Bendek ji agirbestê di encama şerê di navbera gurupên çekdar û rejîmê de qewimî hat talokirin û ji ber lêdana balafirên rejîmê 4 sivîlan jiyana xwe ji dest da.

Li gorî berdevkê gurûpên çekdar benda agirbestê ya  ku çekdar û sivîlên naxwazin bi rejîmê re li hevbikin û derbasî bakurê Sûriyeyê bibin, hat talokirin.

Piştî ku balafirên rejîmê bi awayekî dijwar Deraa bombebaran kirin bi ser bajaroka dikeve bakurê deriyê Nesîb de girtin. Her wiha rejîmê taxên Deraa yên di bin serweriya gurûpên çekdar de bombebaran kirin û sivîlekî jiyana xwe ji destda.

Gurûpên çekdar jî li ser riya nêzî Um El-Meyazin tabûreke ji hêzên rejîmê hedef girtin û di endamê de hejmarek ji leşkerên rejîmê birîndar bûn û hatin kuştin.

Tê payîn ku îro hejmarek ji çekdar û sivîlên naxwazin bi rejîmê li hevbikin derbasî bakurê Suriyê bûbane lê belê di encama şerê qewimî de ev bend hat talokirin.

Netewên Yekbûyî diyar kir ku 95 hezar ji koçberên Sûriyeyê yên ji ber şer xwe dabûn ser sînorê Urdunê îro vegeriyan Sûriyê.

(np)