Li Girê Spî du endamên Asayîşê şehîd bûn

Li herêma Firatê kantona Girê Spî du endamên hêzên Asayîşê di encama teqîna mayînekê de şehîd bûn.

Li Girê Spî du endamên Asayîşê şehîd bûn
8 tîrmeh, 2018   13:17

GIRÊ SPÎ

Şaneyên çeteyên DAIŞ`ê li ser riya di navbera gundê Zêbiqiyê û Hemam Tirkmen ên Girê Spî mayîn bi cih kiribûn û ew mayîn bi erebeya hêzên Asayîşê de teqiya. Di encamê de du endamên Hêzên Asayîşê şehîd bûn.

Ji Rêveberiya Hêzên Asayîşê ya Girê Spî Feysel Girê Spî agahî da ku duh saet 12:00 mayîn bi dewriyeke wan de teqiyaye û di encamê de du endamên wan şehîd bûne. Feysel di berdewamiya gotinên xwe de anî ziman ku di wextê endamên wan li ser erka xwe bûn şehîd bûn û soz da ku şopa wan bişopînin.

Merasîma her du şehîdên Hêzên Asayîşê wê sibe were lidarxistin û li Goristana Şehîd Mehmûd Tame werin oxirkirin.

(np)

ANHA