YPG’ê nasnameya 3 şehîdan eşkere kir

Navenda Ragihandinê ya YPG’ê bi daxuyaniyekê nasnameya 3 şehîdên Efrîn û Dêra Zorê eşkere kir.

YPG’ê nasnameya 3 şehîdan eşkere kir
YPG’ê nasnameya 3 şehîdan eşkere kir
YPG’ê nasnameya 3 şehîdan eşkere kir
8 tîrmeh, 2018   13:30

NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bi daxuyaniyeke nivîskî nasnameya 3 şervanên xwe eşkere kir yên ku di Pêngava Bagera Cizîrê û Berxwedana Serdemê ya li Efrînê de şehîd bûbûn.

Navenda Ragihandinê ya YPG’ê ev agahî par ve kir;

“Di çarçoveya Pêngava Bagera Cizîrê de pêşveçûnên Hêzên Sûriyeya Demokratîk ku hêzên me YPG/YPJ jî bi çalak tevlî vê pêngavê dibin, li gundewarên herêma Dêra Zorê de berdewam dike û operasyonên paqijkirina herêmê ji çeteyên DAIŞ’ê jî bênavber didome. Di vê çarçoveyê de;

Di 6’ê Tîrmehê de li gundê Bisêra ya girêdayî Dêra Zorê de çeteyên DAIŞ’ê bi wesayîteke bombebarkirî êrîşî çeperên hêzên me kir. Hêzên me heman wesayîta bombebarkirî ferq kir û bi çekên ferdî û çekên giran bersiv da û berî ku bigihîje armancê xwe hat îmhakirin. Di encama êrîşê de hevalekî me û şervanekî QSD’ê ku nehiştin maşîneyê teqemeniyê xwe bigihîne çeperên hêzên me û bêbandorkirina wî de rolê xwe leyîstin, şehîd bûn.

 Nasnameyê hevalê me wiha ye:

Nasnav: Demhat Serêkaniyê

Nav û paşnav: Ebdilqadir Mamed

Navê dayikê: Zelîxa

Navê bav: Mustafa

Cihê jidayikbûnê: Serêkaniyê

Cih û dîroka şehadetê: Dêrazor / 6’ê Tîrmehê 2018’an

*******

Nasnav: Mahîr Cindirêsê

Nav û paşnav: Beşar Çilo

Navê dayîkê: Cîhan

Navê bav: Ednan

Cihê Jidayikbûnê: Efrîn

Cih û dîroka şehadetê: Efrîn / Mabeta - Gundê Bedîna / 3’ê Adarê 2018’an

Piştî dagirkirina Efrînê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê, hêzên me li hember dagirkeran li her deverê Efrînê bi şêwazên çalakiyên cûrbecûr li dar dixin. Yek ji wan çalakiyan a 22’ê Adarê li Çiyayê Hawarê li dijî baregehên artêşa dagirker hatibû lidarxistin de û bi dehan leşker û çeteyên wê hatibû kuştin. Her wiha baregeh û çeperên dijmin hatibûn rûxandin. Artêşa dagirker ku li bejahî nekarîbû bersiv bide hêzên me bi balafirên şer êrîş kirin û di encama lêdana balafirên şer de hevalekî me şehîd bû. Nasnameyê hevalê me wiha ye;

 *******

Nasnav: Xeyrî Durmuş

Nav û paşnav: Cemîl Fetka

Navê dayîkê: Asya

Navê bav: Zekeriya

Cihê jidayîkbûnê: Efrîn

Cih û dîroka şehadetê: Efrîn / Raco / Çiyayê Hawarê / 22’ê Adarê 2018'an

Em her 3 rêhevalên me ku bi ruhekî fedayî li hember dagirkeran şer kirin û gihîştin şehadetê bi rêzdarî bi bîr tînin. Em soz didin heya ku dagirkerek li ser vê axê bimîne em ê têbikoşin û tekoşîna azadiyê bi serkeftinê tacîdar bikin.”