Li bajaroka Mehmûdlî dewreya perwerdya zarokan destpê kir

Mala Jin li bajaroka El-Mehmûdlî ya bakur rojavayê Tebqayê dewreyeke perwrdeyê ji zarokên bajarok re da destpêkirin. Dewreya perwerdeyê bi tevlîbûna 20 zarokan hate despêkirin.

Li bajaroka Mehmûdlî dewreya perwerdya zarokan destpê kir
Li bajaroka Mehmûdlî dewreya perwerdya zarokan destpê kir
Li bajaroka Mehmûdlî dewreya perwerdya zarokan destpê kir
8 tîrmeh, 2018   12:25

TEBQA

Mala Jin li bajaroka Mehmûdlî ya bakur rojavayê bajarê Tebqayê bi armanca bilindkirina asta fêrbûna zarokan dewereyeke perwerdeyê bi tevlîbûna 20 zarokên keç û kur ên bajarok da destspêkirin.

Armanca dewreyê ji beriya zarok dest bi dibistanê bikin asta xwe xwendin nivîsandinê û fêrbûnê bilind kirine.

Di vê çarçoveyê de Endama Mala Jin a bajaroka Mehmûdlî Newal El-Hesen got ku gelek malbatan ji bo qeydkirina navê zarokên xwe serî li wan dane. Newal diyar kir ku dewre bi armanca amadekirina zarokan ji bo pewerdeyê û bilinkirina asta zarokan di xwendin û nivîsandinê de destpê kir. Her wiha ji bo alîkariya dayîkên ku di nava saziyan de dixebitin, bikin.

(bx)

ANHA