Komîteya Tenduristiyê dest danî ser gelek dermanan

Komîteya Tenduristiyê ya Tebqayê li bajar dermanxane û nexweşxane kontrol kirin û dest danî ser gelek dermanên ku dem di ser re derbas bûye.

Komîteya Tenduristiyê dest danî ser gelek dermanan
Komîteya Tenduristiyê dest danî ser gelek dermanan
Komîteya Tenduristiyê dest danî ser gelek dermanan
Komîteya Tenduristiyê dest danî ser gelek dermanan
Komîteya Tenduristiyê dest danî ser gelek dermanan
8 tîrmeh, 2018   11:59

TEBQA

Li ser daxwaza şêniyên bajarê Tebqayê dermanên dem di ser re derbas bûye li dermanxaneyan hatin girtin. Komîteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Demokratîk li bajarê Tebqayê komîteyeke kontrolkirina dermanên dermanxane û nexweşxaneyan ava kir.

Di gera Komîteya Tenduristiyê de gelek dermanên wekî şîrê zarokan, hin dermanên din û alavên emeliyatan ku dem di ser re derbas bûye, hatin girtin.

Li ser vê mijarê hevserokê Komîteya Tenduristiyê ya Tebqayê Newres El-Ibrahîm da zanîn ku di gera wan a li nexweşxane û dermanxaneyan de gelek dermanên ku dem di ser re derbas bûye, girtine.

(cu/ew)

ANHA