Aliyên Başûrê Sûdanê di parvekirina desthilatdariyê de li hev kir

Serokê Başûrê Sûdanê Sêlva Kiyêr û serokê opozîsyonê Riyak Meşar di dawiya lihevkirinan de ku duh li Ugandayê hatibû lidarxistin, di parvekirina desthilatdariyê de li hev kir. Meşar dê careke din payeya cîgiriya serokkomariyê wergire.

Aliyên Başûrê Sûdanê di parvekirina desthilatdariyê de li hev kir
8 tîrmeh, 2018   11:42

NAVENDA NÛÇEYAN

Piştî danûstandinên demdirêj li Ugandayê ku serokê Ugandayê Yowerî Musevenî û serokê Sûdanê Umer El-Beşîr beşdar bûbûn, serokê Başûrê Sûdanê Sêlva Kiyêr û serokê opozîsyonê Riyak Meşar di parvekirina desthilatdariyê de li hev kirin.

Li gorî hevpeymanê 4 cîgirên serok dê bêne erkdarkirin û Sêlva Kiyêr dê payeya cîgirê yekemîn wergire. Her du aliyên dijber li Başûrê Sûdanê vekişandina hêzên xwe ji herêmên şaristanî di çarçoveya hevpeymanekê de ku li Xertûmê hatibû îmzekirin, erê kir.

Wezîrê Karên Derve yê Sûdanê El-Derdêrî Mihemed Ehmed piştî danûstandinên ku li Kambala hatine lidarxistin, wiha got: "Lihevkirinek pêk hat û 4 cîgirên serok dê bêne erkdarkirin. Du cîgirên niha li rex Riyak Meşar ku dê paya xwe di cîgirê yekemîn a serok de wergire û piştre payeya çaremîn dê radestî jineke opozîsyonê were kirin."

Ehmed da zanîn ku hikumeta Başûrê Sûdanê pêşniyar erê kir û opozîsyonê jî diyar kir ku helwesta xwe ya dawî ji bo erêkirinê piştî civîna Xertûmê ragihîne.

Ev hevpeyman piştî ku Neteweyên Yekbûyî muhlet da Kiyêr û Meşar heta dawiya meha Hezîranê da ku hevpeymaneke mayînde pêk bînin an jî dê li hemberî cezayan rû bi rû bimînin.

Piştî ku Kiyêr cîgirê xwe yê berê Meşar tawanbar kir ku derbeyekê li dijî wî plan dike, şerê navxweyî rûda û di encamê de bi deh hezaran kuştî çêbûn û bi milyonan neçarî koçberiyê bûn.