Li Iraqê bi sponseriya Qatar û Tirkiyeyê hevbendiya sunnî

Hejmareke blokên siyasî yên sunniyên Iraqê li hev kir ku tîmeke danûstandinan ji bo avakirina hikumetê û wergirtinên qonaxa bê, ava bikin.

Li Iraqê bi sponseriya Qatar û Tirkiyeyê hevbendiya sunnî
8 tîrmeh, 2018   11:29

NAVENDA NÛÇEYAN

Hejmareke blokên siyasî yên sunniyên Iraqê li hev kir ku tîmeke danûstandinan ji bo avakirina hikumetê û wergirtinên qonaxa bê, ava bikin.

Serokê hevbendiya El-Mihwer El-Wetenî Xemîs El-Xencer hate hilbijartin da ku nûnertiya 52 parlamenterên sunnî di danûstandinên avakirina hikumeta Iraqê de bike.

Ji blokên sereke yên beşdarî lihevhatinê bûne serokê hevbendiya El-Qerar Usama El-Nicêfî û serokê parlemana Iraqê yê berê Selîm El-Cebûrî ne.

Ev hevbendî bi sponseriya Qatar û Tirkiyeyê tê meşandin ku çavbirçîbûna wê di beşdarbûna çalakiya çêkirina biryara Iraqê de heye, bi taybet êdî hin dewletên ereb hêdî hêdî vedigerin qada siyasî, dîplomasî û aborî ya Iraqê.

Xemîs El-Xencer fînanseya xwe ji Qatar û Tirkiyeyê werdigire da ku karibe bi rolekê di desthilatdariya Iraqê de rabe.

El-Xencer di van demên dawîn de xwe wek nûnerê sunniyên Iraqê tê pêşkêşkirin û hewl dide ji paşveçûna piştgiriya siyasetmedarên Iraqê yên sunnî sûdê wergire.

Ji aliyekî din ve şandeyeke hevbeş a ji Koalîsyona Dewleta Qanûnê ya bi serokatiya Hesen El-Sinêd û koalîsyona El-Fetih bi serokatiya Ehmed El-Hesekî li Hewlêrê bi serokê Partî Demokratî Kurdistan (PDK) Mesûd Barzanî û rayedarên Yekitî Niştimanî Kurdistan (YNK) re civiyan û danûstandinên xwe ji bo avakirina hikumeta Iraqê ya nû pêk anîn.

Sekretêrê Buroya Siyasî ya YNK’ê Fadil Mîranî diyar kir ku wan nêrînên xwe ji hev re ragihandine da ku blokeke berfireh ku ji şîa, sunnî û kurdan pêk were.