Beriya rakirina rewşa awarte Erdogan hesab ji karmendên muxalîf dixwaze

Bêtirî 18 hezar karmendên fermî yên Tirkiyeyê ku di nav de endamên hêzên ewlekariyê, mamoste, profesorên zanîngehan hene, bi biryareke fermî ji kar hatin avêtin.

Beriya rakirina rewşa awarte Erdogan hesab ji karmendên muxalîf dixwaze
8 tîrmeh, 2018   11:06

NAVENDA NÛÇEYAN

Desthilatdariya Tirkiyeyê îro biyarek derxist û li gorî wê bêtirî 18 hezar karmendên giştî yên dewletê ku piraniya wan endamên Asayîşê, artêşê, karmendên wezaretên edalet û perwerdeyê ji kar hatin avêtin. Her wiha 12 sazî û 3 rojname û kanaleke televîzyonê hatin girtin. Ev tedbîr jî beriya çend saetan ji rakirina rewşa awarte ku ji dema derbeya têkçûyî ya nîvê meha Tîrmeha 2016'an ve li ser welat hatiye ferzkirin, pêk tên. Biryar di rojnameya fermî ya Tirkiyeyê de îro hate weşandin.

Di biryarê de navên 18 hezar û 632 karmendan hene û bêtirî 9 hezar endamên Asayîşê û 6 hezar endamên artêşê ne. Her wiha nêzî hezar karmendên wezareta edaletê û 650 karmendên wezareta perwerdeyê ne.

Tê gotin ku ev biyar a dawî di dema rewşa awarte de ye. Her wiha 12 saziyên sivîl, 3 rojname û kanaleke televîzyonê jî bi vê biryarê hatin girtin.

Dezgehên çapemeniyê yên Tirkiyeyê ragihand ku piştî serokê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan sonda fermî bixwe dê rewşa awarte bi dawî bike.

Li gorî rêxistina Human Rights Joint Platform (IHOP) 112 hezar û 679 karmend di Adara 2018'an de ji kar hatine avêtin û di nava wan de bêtirî 8 hezar endamên artêşê ne û nêzî 33 hezar karmendên wezareta perwerdehiyê û 31 hezar ji wezareta karên hundirîn in. Di nava wan de her wiha 22 hezar û 600 karmendên karîgeriya giştî ya ewlehiyê ne û xebatên gelek karmendên din jî hatine taloqkirin.

Opozîsyon û rêxistinên parastina mafên mirovan van hemleyên ji kar avêtinê rexne dikin û diyar dikin ku ev rêbazekî bêdengkirina rexneyan e.

Desthilatdariya Tirkiyeyê bi serkêşiya Erdogan piştî derbeya têkçûyî hewl dide karmendên dewletê yên ku siyaseta wan qebûl nakin ji kar diavêjin û hewl dide rikberên xwe bixe zindanan.

Sîstema serokatiyê ku li borî guhertina destûrî ya di raferandûma Nîsana 2017'an de pêk hatiye roja duşemê dikeve meriyetê û li gorî wê paya serokwezîr tê betalkirin û serokkomar dê serweriya xwe li ser giştî desthilatdariya rêveberî ferz bike û Erdogan dê hegemonya xwe li ser dewleta Tirkiyeyê ferz bike û dê bikaribe dema ku bixwaze biryaran derbixîne.

Hejmareke mezin ji siyasetmedarên Tirkiyeyê li hemberî vê yekê xemgîniyên xwe anîn ziman ku Erdogan dê dewletê ber bi çiraveke metirsîdar ve bibe û dê laîktiya dewletê têk bibe û projeya xwe ya îslamîkirina Tirkiyeyê pêk bîne.

ANHA